Li Erzeromê agir bi axurekê ket: 20 dewar mirar bûn

23-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xorasanê ser bi parezgaha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê agir bi axurekê ket û di encam de 20 dewar mirar bûn.

Şevê din derengê şeva 22ê Gulanê li gundê Çamlikale yê ser bi navçeya Xorasanê ya Erzeromê ji ber sedemek ne diyar agir bi mala kesê bi navê Cengîz Şen ketiye û piştre derbasî axura pişt malê jî bûye.

Li ser agahdarkirinê tîmên Berevaniya Şaristanî ya Bajêr bo cihê bûyerê hatine şandin û agir vemirandine.

Hatiye ragihandin, di axura şewitî de 20 dewar mirar bûne.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, cendirmeyan li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst