Li Mereşê erdhej

23-05-2023
RÛDAW
Nîşan Mereş Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro erdhejekê bi hêza 4.2 pileyê Rîxterê parêzgeha Mereşê li Bakurê Kurdistanê hejand.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihandiye, îro serê sibê saet di 04:12an de erdhejek li parêzgeha Mereşê çêbûye.

Li gor AFADê, navenda erdhejê li navçeya Goksun û hêza wê 4.2 pileyê Rîxter bûye.

Hatiye ragihandin ku erdhej di kûrahiya 6.98 kîlometriya erdê de çêbûye.

Şevê din jî erdhejek li navçeya Goksun a Mereşê çêbûbû.

Li gor AFADê, erdheja şevê din saet di 19:06an de çêbûbû û hêza wê 4.7 pile û di kûrahiya 7 kîlometriya erdê de bûye.

Herwiha duh li parêzgeha Edeneyê ya li başûrê Tirkiyê jî erdhej çêbûbû.  Hatiye ragihandin ku erdheja li Edeneyê navenda wê li navçeya Saîmbelî û bi hêza 4.5 pileyên Rîxterê bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst