Kompaniyekê 2 milyon dolarê koçberan bi hinceta wergirtina vîzeya Ewropayê biriye

23-05-2023
Helebja Sadon
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Vîze Xapandin Penaber Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê kompaniyeke vîzeyê bi hinceta ku vîzeya welatên Ewropayê derxe, nêzikî 150 kesan ku piraniya xelkê Rojavayê Kurdistanê ne xapandine û derdora 2 milyon dolar pere ji wan wergirtine û reviyane.

Penaberê Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Xelîl selman bi hênceta dabînkirina vîzeyeke Ewropî, bi 8 hezar dolaran ji aliyê kompaniyekî ve hatiye xapandin.

Xelîl temenê wî 18 salî ye û bi xwe xelkê bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Ji bo xwendina xwe berdewam bike, biryar dabû here Almanyayê.

Kompaniyekî li Hewlêrê soza dabînkirina vîzeyê bo dabû, piştî 5 mehan ji danûstandinan, kompanî pereyê wî dibe û nema diyar e.

Penaber Xelîl Selman dibêje  "Me zext li ser kompaniyê kir, lewma ji min re got were vîzeya te hatiye. Me dît ku vîze li ser paseportên me hene û her tişt baş e. Xwedan ji me re got ku roja înê frokeya we ye û êdî nema bersiva me da. Piştre derket ku ew vîze sexte ye û pereyê min û gelekê min biriye û çûne."

Xelîl pereyên ku çûnê bi deyn kiribûn. Ji bilî pereyan, pasaporta Xelîl jî li cem wan maye, lewma niha bac jî ketiye ser wî.

Xelîl Selman got jî "Em daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku îqameyê me ya penaberiyê bidin me ji ber ku min îqameya xwe radest kiriye û niha pasaporta min jî li cem wan maye û eve çend roj e bac tê li ser min û min êdî pere jî nemaye ku ez wê bacê bidim."

Kompaniyê ofîsa xwe li sîteyekê Hewlêrê vekirine. Kesên kar birêvê dibirin, bi navên A.H. û B.A in û ji Şama paytexta Sûriyê ne.

Moleta ofîsê jî weku kompaniyeke taybet bi bazirganiya giştî wergirtine, lê karê vîze û birîna bilêtan dikirin.

Komek genc ku qurbaniyên heman kompaniyê ne, bi hênceta dabînkirina vîzeya bo Belarûsê, wê kompaniyê ew xapandine. Her yek ji van gencan di navbera 1600 dolar heta 10 hezar dolar daye.

Penaber A.F. anî ziman "Destpêkê 2 hezar dolar ji me xwestin û gotin piştî 45 rojan werin vîzeyê werbigrin, lê dema em çûn seredana ofîsê bikin, me dît ku ofîs girtiye û ew kese reviyane."

Penaber S.A. diyar kir "Em kesê ku hev nas dikin nêzîkî 90 kesan in û her yek ji 2 hezar dolar heta 10 hezar dolaran ji me standine û dibêjin hinek kes 80 hezar dolar jî ji wan standiye. Li gor zanyariyên ku ketine di destê me, reng e vê kompaniyê heta 2 milyon dolar pere ji xelkê biribin."

Li gor gencên ku pereyên hatine birin nêzîkî 2 hefte ne kompaniyê dergehê xwe girtiye û bêserûşûnin.

Heta niha jî nêzîkî 150 kesan doz li ser wê kompaniyê li bingehê polîsê Naznaz û asayişa giştî ya Hewlêrê tomar kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst