Ji milyonekî zêdetir Kurd li bajarên xwe neçûne ser sindoqan

23-05-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Ji milyonekî zêdetir Kurd li bajarên xwe neçûne ser sindoqan;  Alî xebatê dikin wan kesan di gera duyemîn de bibin ser sidoqan
Ji milyonekî zêdetir Kurd li bajarên xwe neçûne ser sindoqan; Alî xebatê dikin wan kesan di gera duyemîn de bibin ser sidoqan
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Bakurê Kurdistanê Dengdêrên Kurd
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Di hilbijartinên 14ê gulanê de li bajarên Bakurê Kurdistanê ji milyonekî zêdetir dengdêr neçûn ser sindoqan û dengên xwe bi kar neanîn. Niha hem Partiya Çepên Kesk û hem jî AK Partî li dû van kesan ketine ku bibin ser sindoqan û dengên wan ji bo berbijêrên xwe araste bikin. Ji ber ku kî bikaribe xelkê zêde bibe ser sindoqan ew alî dê bi ser bikeve.

Di hilbijartinên parlamentoya Tirkiyeyê û serokomariyê de li Amed, Wan, Colemêrg, Agirî û gelek bajarên din ên Kurdan rêjeya beşdariya çûna ser sindoqan heta ji sedî 20 daket. Li Amedê ev rêje li gorî hilbijartina 2018an 2 pûanên din ket û bû ji sedî 84.

Partiya Çepên Kesk bal dikişîne ku di gera yekemîn de ji milyonekî zêdetir Kurd li bajarên xwe neçûne ser sindoqan û dibêjin ji bo berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan wenda bike çi ji destê wan tê ew dê bikin.

Hevserokê Şaxa Amedê yê HDPê Zeyad Ceylan dibêje: “Tiştê ku AKP û MHP datînin pêşiya civakê ne çareserî ye. Teslîmgirtina civakê ye û şikandina îradeya civakê ye. Di serî de jî tunekirina muxalefetê û ya Kurdan e. Tunekirina Partiya Çepên Kesk û HDPê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin em bi hev re bibin çare da ku em rêya ronahiyê bidin vekirin.”

Helbet rêveberên AK Partiyê jî berevajî Partiya Çepên Kesek difikirin û ji bo biserketina Erdogan çi ji destê wan bê dê bikin.  Li gorî wan berbijêrê Hevpeymaniya Milet Kemal Kiliçdaroglu eger bi ser bikeve dê Kurd şikesteke mezin bixwin.

Rêveberê AK Partiyê yê Amedê Fatîh Kayhan jî got: “Xelkê Amedê yê vî welatî ji CHPê pir kişand. Heştî salan zilma CHPê dît. Em dibêjin bila di vê hilbijartinê de milet xwedî li Erdogan derkeve. Motîvasyona wan divê ji hilbijartina berê zêdetir bibe û zêdetir biçin ser sindoqê. Daxwaza me ev e.”

Di navbera dengên berbijêrên Serokomariyê Erdogan û Kiliçdaroglu de tenê 2 milyon û 500 hezar deng hene. Ji ber vê yekê rêjeya çûna ser sindoqan bi awayeke rasterast dê bandorê li ser serkeftin an jî şikestina wan bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst