Elektrîka Dêrik û Qamişlo qut bû

23-05-2021
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Elektirîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Elektrîka hersê bajarên Rojavayê Kurdistanê Dêrik, Tirbespî û Qamişlo bo dema du rojên din qutkirî dimîne.

Ofîsa Enerjî û Pêwendiyan ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, sê burcên elektrîkê li herêma Dêrikê bi taybetî li gundê Gir Zîro ketine xwarê ku elektirîk didan bajarên Dêrik, Tirbespî û Qamişlo.

Ofîsa Enerjî û Pêwendiyan ya Rêveberiya Xweser amaje bi wê yekê daye ku dê elektrîk li ser tevahiya navçeyê bo dema du rojên din qutkirî be, tîmên pispor îro dest bi çakirina wan burcan dikin û  du roj pêwîst in heta ku karê çakkirinê bidawî bine. 

Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê bahozeke xurt rabûye û toz û ba, mewda û asta dîtinê li hinek navçeyan kêm kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst