HDP û Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi kîjan şertî piştgirî bidin Kiliçdaroglu?

23-03-2023
Omer Sonmez
Tifaqa Ked û Azadiyê dê namzedê serokkomariyê dernexin
Tifaqa Ked û Azadiyê dê namzedê serokkomariyê dernexin
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Tifaqa Ked û Azadiyê HDP
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Li Tirkiyê her du hevpeymanên sereke; Hevpeymana Cumhur û Hevpeymana Miletê namzedên xwe yên Serokkomariyê destnîşan kirin û serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinan dan. Lê Tifaqa Ked û Azadiyê ku bi pêşengiya HDPê hatiye damezrandin biryar da ku wê namzedê xwe yê Serokkomariyê destnîşan nekin.

Hevgirtiyên Tifaqa Ked û Azadiyê HDP, EMEP, TİP, EHP, SMF û TOP, li Enqereyê bi civînekê rojnamegeriyê derbarê hilbijartinên serokkomariyê de biryar dan ku ji bo têkbirina serokkomarê heyî û namzedê Tifaqa Cumhurê Erdogan namzedê xwe yê Serokkomariyê dernexin.

Metna deklarasyonê ji aliyê Hevseroka HDPê Pervin Buldan ve hate xwendin. Buldan da zanîn, ew erkeke dîrokî bicih tînin û ji bo têkbirina serokkomarê heyî û namzedê Tifaqa Cumhurê Erdogan namzedê xwe yê Serokkomariyê dernexin. Heta niha Tifaqa Ked û Azadiyê bi fermî ranegihandiye ku dê piştevaniya kê bike, lê hevserok û berpirsên HDPê bi germî li namzediya Tifaqa Millet û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dinêrin. Ahmet Turk bo Rûdawê axivî û got ew bi şertê çareseriya pirsa Kurd amade ne piştgirî bidin Kiliçdaroglu. Cîgirê Hevseroka HDPê jî bo Rûdawê ragihand ku ew ê ji bo piştgiriya Kiliçdaroglu nêrîna xwe dûra eşkere bikin. HDP di hilbijartinên herêmî ya sala 2019an de li metropolên Tirkiyê namzedên şaredariyê dernexistibû û piştgirî dabû namzedên CHPê.

Cîgira Hevseroka HDPê Tulay Hatimogullari ji Rûdawê re da zanîn ku ew dengdêrên xwe serbest nehiştine û ew ê di rojên pêş de li ser piştgirîdayîna navê Kiliçdaroglu biryara xwe eşkere bikin.

Parlamentera Edeneyê û Cîgirhevseroka HDPê Tulay Hatimogullari got: “Me di deklarasyonê de biryara xwe bi eşkereyî anî ziman. Em wek HDP li pişt deklarasyona xwe ya hilbijartinan ya 11 xalî ne. Helbet em ê dengdêrên xwe serbest nehêlin û ji bo tercîha wan hin xebatan pêk bînin. Yanê em ê nebêjin kê dixwaze bila li gor dilê xwer deng bide namzedek. Jixwe em ê wek tifaq di nava proseyê de ji bo piştgiridayîna namzedek rê û rêbazan destnîşan bikin.”

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, ji Rûdawê re da zanîn ku ji bo piştgiriya namzedê serokkomar şertê wan çareserekirina pirsa Kurd e.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk got: “Şer û mercên me ew e ku pirsgirêka Kurd çareser bibe, demokrasî were, ev siyaseta qeyûman dimeşandin bi dawî bibe û îradeya gel herkes nas bike. Daxwazên me ev in.

Li ser navê Tifaqa Kurdistanî, Serokê PDK-T Mehmet Emin Kardaş û Serokê PIAyê Mehmet Kamaç di deklarasyona Tifaqa Ked û Azadiyê de amade bûn. Biryar e ku di nava demekê nêz de li Amedê Tifaqa Kurdistanî bi deklarasyonekê bê ragihandin.

Namzedê Tifaqa Millet û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, di 20ê Adarê de li Parlamentoyê serdana HDPê kiribû û li gel hevserokên HDPê civiyabû. Piştî civînê him Kiliçdaroglu him jî hevserokên HDPê balê kişandibûn ser çareserkirina pirsa Kurd di bin banê Meclîsa Tirkiyê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst