Ciwanê rê li ber hatî girtin Ala Kurdistanê bilind bike ji Rûdawê re axivî

23-01-2023
RÛDAW
Nîşan Besra Ala Kurdistanê Kupaya Kendavê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dîmenên ciwanê Kurd Ajwan Arî Fewzî ku rê li ber hat girtin Ala Kurdistanê li fînala Kûpaya Kendavê ya li Besrayê veke, gelek deng veda û wî ciwanê Kurd ji Rûdawê behsa çîroka li pişt perdeyê kir.

Ajwan Arî Fewzî temen 25 salî ye û xelkê bajarê Silêmanîye ye û di roja Pêncşema Çileya 2023yan de bi hevalekî xwe re ji bajarê Silêmanîyê ber bi Besra ve çû bo temaşekirina lîstika dawî ya şampiyonaya Kendavê. Danê nîvro gihiştin Balafirxaneya Besrayê û ji ber qerebalixbûna zêde û qerebalixiya stadyûmê çûn Stadyûma Mîna da ku bi hezaran kesên din di ekranên mezin ên stadê de li lîstika fînalê temaşe bikin.

Ajwan Arî Fewzî ji Rûdawê behsa çîroka wê rojê kir û got: “Min ji Silêmaniyê Ala Kurdistanê bi xwe re bir Besrayê. Piştî ku em gihîştin balafirxaneya Besrayê, me taksiyek girt û em cihekê nêzîkî stadyumê. Dema em ji balafirxaneyê derketin, min Ala Kurdistanê danî ser milê xwe û em bi rêketin.”

“Xelkê Besrayê mêvaperwer û rêzdar bûn”

Ajwan Arî ku derçûyê peymangehê ye û beşa komputirê xwediye dibêje: “Xelkê li Besrayê gelek mêvanperwer û rêzdar bûn û li her derê ku Ala Kurdistanê ligel me dîtine bi me re wêneyên girtin û xêrhatina me dikirin.  Xatirê me digirtin. Li hinek cihan ji ber qerebalixiyê dora xwarinê zêde bû û ji me re digotin hûn nekevin dorê, ji ber ku mêvan bûn û pere jî ji me negirtin.”

Ajwan û hevalê xwe yên di saet 15:30 an de çûn Stadyuma Mina wiha got: "Qelebalixeyeke zêde hebû û wan dizanibû ku em Kurd in, lewma zû rê dan me û em ketin hundir. Em li stadyumê li ciheke gelek baş rûniştin.

Ajwan diyar kir ku li stadyumê Ala Kurdistanê li ser milê wî hebû û di destê wî de jî Ala Iraqê hebû û gelek kesan wêne ligel wan girtin û bi rêya sosyal medyayê bûne heval ji bo ku wêneyên wan bişînin.

Piştî xuleka 30emîn a lîstike pasawanekî diçe ba Ajwan  û jê dixwaze ku Ala Kurdistanê bide wî û piştî wê rewş diguhere. Ajwan dibêbeje: “ Li pişt wî kesekî hebû ku serperiştiyarê asayişa bû  jê re got alayê jê bistîne û min jê pirsî bê ka çima qedexe ye. Min nexwest alayê bidm û paşê min ala xist nav çenteyê xwe, lê wî dîsa bir.”

“Em teselî kirin”

Di berdewamiya axaftina xwe de Ajwan got: "Em ji ber bûyerê gelek aciz bûn. Hinek kesên li wê derê hebûn bi dilê wan bû ku al ji me standin, lê zêdetirî 10 kesan hatin cem me û xwestin me teselî bikin û gotin xemê nexwin ew kes faşîst û nîjadperest in, guh nedin wan. Min got ku eger sedemek hebe ku ala ji me bistînin xem nake, lê çima wisa kirin?"

“Wisa fêmkirin ku em PKKyî ne”

Bi gotina Ajwan piştî çend xuelekên din endamekî asayîşê li wan vegeriya û ala Kurdistanê li wan vegerand. Ajwan diyar kir: "Wan ji me pirsî hûn ji ku derê hatine. Me got em ji Kurdistanê ji Silêmaniyê ne, wî jî got me wisa zanîn ku hûn Kurdên Îranê ne û PKKyî ne. Herwiha wî got ew terorîst in û nabe bikevin hundir. Pişt re Ala Kurdistanê da me, min jî ala xwe maç kir û danî li ser milê xwe. Hinek kesan kêfxweşiya xwe nîşan dan û li çepikan xistin û hinek jî jê nerazî bûn."

Weke ku Ajwan dibêje ji wan re gotine ku li Kupaya Kendavê tenê rê li ber bilindkirina 8 welatên beşdar dihat dayîn û bilindkirina alaya her welateke din qedexe bû.

Piştî ku wî ala dîsa wergirt weke Ajwan dibêne hinek ciwanên xelkê navçeya Teqteq çûne ba pasawanan û ligel wan axivîne lewma ala wan hatiye vegerandin.

Ajwan got: “Bi saya wan ala li me hat vegerandin. Piştre, wan lêborîn xwest. Û em vexwendin bo beşa protokolê û gotin 'em ji we re çi bikin'. Me bi gotina 'cihê me baş e' û me spasiya wan kir û bi hurmetî pêşniyara wan red kir. Min got, ez dixwazim ligel şîrovekarê navdar ê Ereb Xelîl Bilûşî wêneyekî bikişînim wan jî  qebûl kirin. Min bi wî re selfiyek girt.”

 

Piştî ku lîstik bi dawî bû Ajwan û hevalê xwe bi trênê ji Besreyê ber bi Bexdayê ve bi rê ketin û rojekê jî li Bexdayê geriyan û piştre jî vegeriyan Silêmaniyê.

“Hezkirina min li hemberî xelkê Besrayê zêde bû”

Derbarê vê ezmûn û serpêhatiya xwe de Ajwan diyar kir ku hezkirina wî wa li hemberî xelkê Besrayê zêde bûye û got: “Piştî vê geşta Besrayê, ez dê bi awayekî baştir nêzkîkî Ereban bi taybetî xelkê Besrayê bibim.”

Berdevka Fraksiyana Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê Suzan Mansur ji Rûdawê re ragihand: "Wezîrê Bavxwe yê Iraqê ji min re gotiye ku ew li wan welatiyên Kurd digere ku ji aliyê du welatiyên Ereb ve rê li ber bilind kirina ala Kurdistanê li stadyûma Besreyê hatiye girtin û lazime bi fermî daxwaza lêborînê were kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst