Li Bakurê Kurdistanê nebarîna berfê bandorek mezin li geştyariya zivistanê kiriye

23-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li hejmarek parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên ku di demsala zivistanê de navendên geştyariyê ne, niha ji ber nebarîna berfê navendên geştyariyê bi taybet navendên kaşonê sekinîne û wê yekê jî xisarek mezin li xwediyên wan cihan û werzişvanan kiriye.

Navenda kaşonê ya Çaldiranê li Bakurê Kurdistanê ye, lê ji ber îsal berf nebariye ev navend nehatiye vekirin. Par vî demê li vir 1 metre û nîv berf li erdê bû, lê îsal tenê 5 santîmetre berf bariyaye.

Rêveberê Werziş û Ciwanan yê Westan a Wanê, Mehdî Tekçe ji wê rewşê nîgeran e û dibêje: “Mixabin me hîn nekariye em navendên xwe vekin ji ber berf nebarî. Li Erzeromê navend vekirîne, heftiya bûrî şagirtên me li wir ketin pêşbirkê. Mixabin îsal şagirtên me bê amadekarî ketin pêşbirkên kaşonê ev jî pirsgirêkeke. Werzîşvanek Kaşonê divê herî kêm 20-30 rojan li ser berfê kar bike piştre biçe pêşbirkê.”

Grûpeke werzişkarên kaşonê li parêzgeha Mûşê ji ber li wê parêzgehê jî îsal berfa pêwîst nebariye, ew neçar bûne amadekariyên xwe yên bo pêşbirkê li ser rê bikin.

Ji bo ew bikarin kar li ser berfê bikin herî kêm divê 40 santîmetreyan berf li erdê bilind bibe, lê îsal hîn berfa pêwîst nebariye.

Mamosteyê werzişên zivistanî, Suleyman Yildirim dibêje: “Îsal wek hûn dizanin berf kêmbarî û hewa gelek sare, lê em dîsan werzîşa xwe berdewam dikin, par vî demî berî mehekê me li ser berfê kar dikir lê îsal berf nebarî em bi van kaşonên bi tekelek li ser rê kar dikin.”

Navenda Kaşonê ya Ovacikê jî li parêzgeha Dêrsimê par vî demî li vir bi metreyan berf barîbû hêjmarek zêde ji geştyaran berê xwe dabûn vê navendê, lê îsal ev navend hîn nehatiye vekirin.

Herwiha Navenda Kupkirane li parêzgeha Agirî jî di heman rewşê de ye û dîmenên wê yên par û îsal pir cuda ne. Par vî demî bi metreyan berf li erdê bû û gelek geştyar li wê derê bûn, lê îsal hîn deriyê wê navendê daxistiye û her cih ziwa ye.

Xwediyê Navenda Kaşonê, Ali Yılmaz dibêje: “Par 40- 50 rojan navenda me vekirî bo û vî demî werzişên Kaşonê dihatin kirin. Me xerciyek zêde li van navendan kiriye. Me hemû amadekariyên xwe kirine lê berf tuneye.”

Nişteciyên van navçeyan dibêjin, cara yekem e zivistanek ewqas hişk, bê berf û baran dibînin.

Her çend nebarînê bandorek mezin li geştyariya zivistanê kiriye, lê di heman demê de ew bandorek mezin li jîngeha wan parêzgehan jî dike û nîşana hişkesaliyê ye.

Xelk ji wê nebarîna berfê û egera hişkesaliyeke tund ditirse, ji ber beşek zêde ji xelkê Bakurê Kurdistanê debara wan li ser çandinî û ajeldariyê ye, ev rewş herî zêde dê bandorê li jiyana wan bike.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst