Hewlêr (Rûdaw) - Walîtiyên Sêrt û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê 66 deverên nav sînorên herdu parêzgehan heta dawiya salê wek “Herêma Demkî ya Ewlekariya Leşkerî” ragihandin. Walîtiya Êlihê 58, Walîtiya Sêrtê jî 8 herêm wek “Herêma Demkî ya Ewlekariya Leşkerî” îlan kirin.
Walîtiya Sêrtê ragihand ku 8 navçeyên çiyayî yên girêdayî bajarokên Berwarî, Dih û Hawêlê heta dawiya salê wek “Herêma Demkî ya Ewlekariya Leşkerî” hatine diyarkirin. Li gor Walîtiyê biryara qedexeyê li ser Biryara Serokkomar a Hejmar 3399ê hatiye wergirtin.
Parêzgeriya Êlihê jî 58 navçeyên çiyayî yên ser bi bajarokên Sason, Heskîf û Hezoyê heta salekê wek “Herêma Demkî ya Ewlekariya Leşkerî” ragihandin.
Li bajar û parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Yan çalakî tên qedexekirin an jî hinek navçe wek “Herêma Ewlehiya Taybet” tên ragihandin. Mînak li sînorê parêzgeha Wanê, zêdeyî 5 sal û nîv e li navenda bajêr, bajarok û navçeyên wê hemû corên xwepêşandan, meş û çalakiyên wiha hatine qedexekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse