VÎDEO – Sûlava Muradiyeyê bi havînê germav û bi zivistanê qeşagirtî ye

23-01-2017
RÛDAW
Sûlava Muradiyeyê li Wanê di zivistanê de diqerise.
Sûlava Muradiyeyê li Wanê di zivistanê de diqerise.
Nîşan Sûlava Muradiye Wan Bakurê Kurdistanê Zivistan
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Herêma Serhedê li Bakurê Kurdistanê bi her tiştên xwe yên taybet di nava kurdan de navdar e. Serhed bi xwezaya xwe di hemû demên salê de jî navûdeng heye, yek ji dîmenên xwezayî yên balkêş ên Serhedê, Sûlava Muradiye ya li Wanê ye, ku bi havînê germav e û bi zivistanê jî qeşagirtî ye.

 

Di warê huner, mûzîk û stran û bi taybet dengbêjiyê de, herêma Serhedê li tevahiya parçeyên Kurdistanê bi taybetmendiya xwe tê naskirin, lê belê Herêma Serhedê, bi xwezaya xwe ya cuwan û balkêş jî naskirî ye.

 

Xwezaya Serhedê bi awayekê wisa xweş e, ku di hemû demên salê de, bi rengekî taybetmendiya xwe û xweşikiya xwe nîşan dide, û niha jî ku werza (demsala) zivistanê ye, xwezaya herêma Serhedê dîmenên balkêş radixe ber çavên her rêwiyekê ku bi wê herêmê re derbas bibe.

 

Li herêma Serhedê jî, bi taybet bajarê Wanê û xwezaya wê xwediyê taybetmendî ye. Wan ku bajarekî dîrokî ye û di dîroka kevnar de, paytexta Orartoyan bûye, ne tenê bi dîroka xwe û hewayê xwe yê xweş di demsalên buhar, havîn û payîzê de, cuwaniya xwe nîşanî her kesî dide, lê belê di demsala zivistanê de jî, Wan bi xwezaya xwe bala her mirovekî dikişîne ser xwe û cuwaniyên ku li sirûşta wê devera Bakurê Kurdistanê heye.

 

Li Muradiye ya ser bi Wanê ve, Sûlava Muradiyeyê heye, ku di demsala zivistanê de ji ber nizimbûna pileya hewayê diqerise û qeşa digire û dîmenên balkêş dixe ber çavên mirovan.

 

Di demsala zivistanê de, ava sûlavê diqerise û cemed digire, û bi qerisîna vê û qeşagirtinê, şikl û dîmenên xwezayî li ser sûlavê çêdibin.

 

Peyamnêrê Rûdawê Mehdî Mutlu di bareya Sûlava Murdiyeyê de ragihand, ku ev sûlav di demsala havînê de weke Germava Muradiye tê naskirin û gelek xelk ji gelek cihên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, herwiha Başûrê Kurdistanê û cihên din ên cîhanê serdana wê sûlavê ango germavê dikin.

 

Bi gotina peyamnêrê me, di demsala zivistanê, Germava Muradiye vediguhere bo aveke sar û qeşagirtî, ku bi qerisîna avê dîmenên xweşik ên xwezayî derdikevin holê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst