Neviyê herî biçûk ê Seyîd Riza li Dêrsimê hat veşartin

22-12-2023
Ali Haydar Gozlu
Abbas Polat li gundê Axdatê yê Pilûra Dêrsimê hat veşartin
Abbas Polat li gundê Axdatê yê Pilûra Dêrsimê hat veşartin
Nîşan Seyîd Riza Abbas Polat Koça Dawiyê Dêrsim
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Neviyê herî biçûk ê Seyid Riza yê bi navê Abbas Polat di 93 saliya xwe de koça dawî kir.

Abbas Polat doh bi merasîmekê li gundê Axdatê yê ser navçeya Pilûra Dêrsimê hat veşartin.

Di merasîmê de parlamenterekî berê yê HDPyê û hejmareke zêde ji xelkê Dêrsimê beşdar bûn.

Ebbas Polat li Xerpêtê dijiya û mirov û hezkiriyên wî, cenazeyê wî ji bajarê Xarpêtê bir gundê Axdatê yê Dêrsimê û li wê derê veşartin.

Di dema merasîmê de dîsa hat xwestin cihê gora Seyîd Riza bê eşkerekirin.

“Hestiyên bapirê me jî nedane me”

Kurê Neviyê Seyîd Riza Seyîd Ali Polat jî got, “Tiştekî ez îro bêjim nîne. Ti sedem nîne, ji ber ku ez ji hikûmetê ne razî me û îro jî ne razî me.

Wan kalê min darve kir lê hên jî hestiyên wî nedane me. Me apê min ê ku di vê roja reş de mir, anîn gorê û me xwest em wî bibin ser gora wî lê wan ev yek jî zêde dît, em du saetan li bendê man, Md di rê de qeza kir.”

Di 8 saliya xwe de hat sirgûnkirin

Abbas Polat dema du salî bû dayik û bavê wî canê xwe ji dest da, piştî Komkujiya Dêrsîmê di 8 saliya xwe de sirgûnê bajarê Îzmirê yê Tirkiyeyê hatiye kirin.

Piştî 9 salên derbideriyê sala 1947an bi malbata xwe re vegeriya Dêrsîmê.

Mirovê Seyîd Riza Îbiş Tan jî got, “Abbas her tim digot di sala 38an de me gelek êş kişand. Meraq dikir gora bapîrê me li ku ye, da ku em herin diayekê bixwînin.

Me gora kalikê xwe nedît û ev yek ji bo me bû derd û êş. Bila gelê me ji hev re baş bin, ya ku ji me re lazim e aştî û dilovanî ye.”

Abbas Polat ji sê neviyên Seyîd Riza yên kur ê herî biçûk bû, ji ber nexweşiya pişikê di 93 salî de canê xwe ji dest da.

Yek ji şahidhalên Komkujiya Dêrsîmê ya salên 1937-38an bû, ku wê demê 7 salî bû.

Seyîd Riza yê sala 1862an li Dêrsîmê ji dayik bû li dijî Komara Tirkiyê serhildanek kir, sala 1937an ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve hat bidarvekirin û heta niha nayê zanîn gora wî li kîderê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst