Parlamenterê HDPê: Dibêjin dîn û îman û bombeyan li ser Kurdan dibarînin

22-11-2022
RÛDAW
Nîşan Omer Faruk Gergelioglu HDP Êrişên Tirkiyê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu nerazîbûn li dijî operasyona Artêşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê nîşan da û got “Li Îstîklalê bombeyek teqiya, lê hezar bombe li Kurdan hatin barandin. Dibêjin dîn û îman û bombeyan li ser Kurdan dibarînin.”

Îro 22ê Mijdara 2022ê Maseya Îslamê ya Komîsyona Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Mûşê bi gel re civînek saz kir. Beşek ji parlamneter, endam, rêvebir û alîgirên HDPê û hejmareke nûnerên civaka sivîl û welatiyan beşdarî civînê bûn.

Parlamenterê Kocaeliyê  yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu di civînê de gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser operasyona dawî ya Artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistan, Başûrê Kurdistan û Sûriyê.

Gergerlîoglu got ”Dibêjin, dîn, îman û Sakarya û bombeyan li ser Kurdan dibarînin. Li Îstîklalê bombeyek teqiya, lê hezar bombe li ser Kurdan bariyan. Di demekê de ku  herkes dizane ti peywendiya bûyerê bi Kurdan ve nîne. Ji xwe di îfadeyan de jî dibêjin, lê fîlmek tê çêkirin. Em vî filmî ji berê de dizanin.”

Omer Faruk Gergerlîoglu balkişand ser teqîna garê ya li Enqerê ku 10ê Cotmeha 2015ê 103 kesan tê de canê xwe ji dest dabûn û got ”Em berî niha jî Komkujiya Garê (teqîna Enqerê) dizanin. Wê demê jî daxuyaniyên wiha hatin dayîn ku henek bi eqlê me dikirin. Tomarên dengî jî li ser wê teqînê di medyayê de belav bûn, Serokê wê demê yê MÎTê Hakan Fîdan, gotibû ez dê 4 kesan bişînim Sûriyê û ew dê 8 mûşekan biavêjin. Tişta ku niha çêdibe ev e. Em li beramber mirina mirovan a bi neheqî xemgînin.”

Sê roj in ji 20ê Mijdara 2022ê ve artêşa Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê bi navê Oparasyona Pence- Şûr dest bi êrişên bi firoke û topan kiriye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandiye di wê operasyonê de 184 şervanên YPG û PKKê canê xwe ji dest dane. Lê Hêzên Sûriya Demokratîk van gotinên Wezaeta navborî red dike û dibêje “Di êrîşên dawî de 2 endamên ewlehiyê û 11 welatiyên sivîl şehîd ketine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst