DÊRIK - Xelk ji ber bêhelwestiya wê li pêş binkeya Hevpeymaniya Navdewletî kom bû

07-10-2023
Hisên Omer
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Êriş Hevpeymaniya Nawdewletî Rimêlan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek xelkê herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê îro li pêş binkeya serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Rimêlanê kom bûn.

Çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re got, kombûna xelkê bi mebesta gihandina dengê nerazîbûnê ji helwesta Amerîka li hember êrîşên Tirkiyeyê bûye.

Şandeyeke ji çend kesan derbasî nav binkeya serbazî bû û bi hin fermandar û berpirsan civiyan û nerazîbûna xelkê bi wan re gotûbêj kir.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji nav wê şandeyê wergirtine, endamên şandeyê ji fermandarên binkeyê re gotine eger helwesteke cidî li hemberî êrişên Tirkiyeyê nebe dê xelk êdî ji hebûna Hevpeymaniyê li navçeyê ne kêfxweş be.

Endamên şandeyê ji fermandarên Hevpeymaniyê xwest ku navçeyeke dijî firînê û aram bê pêkanîn û îtîraf bi dam û desgehên Rêveberiyê bê kirin.

Emdamê şandeyê wiha got:

"Em xelk û pêkhateyên van herêman, hatine nerazîbûna xwe ji bêdengî û bêhelwestiya Hevpeymaniya Navdewletî nîşan bidin.

Hevpeyamnî  li hemberî êrişên hovane yên ser navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê û lêdana saziyên sivîl, yên elektirîk û avê, û dibistan û saziyên xizmetguzariyê, bê deng e.

Ev jî nîşana hovîtiya dagîrkerê Tirk e. Piştî şikestinên wê li şerên Dêrezorê û navçeyên din niha ew dixwaze milet bitirsîne û xelkê ji cih û warên wan koçber bike.

Em niha li vir li binkeya Hevpeymaniya Navdewletî ne, em hatine daxwaza ferzkirina navçeyeke dijî firînê dikin li navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê ji ber ku Hevpeymanî hevparê me di şikandina terorê de bû."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst