Şerê Îsraîl û Hizbulahê bi tundî berdewam dike

Duh li 11:52
RÛDAW
Nîşan Hizbulaha Libnanê Şerê Xezeyê Artêşa Îsraîlê Beyrût Tel Evîv Şerê Îsraîl û Hemasê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hizbulaha Libnanê diyar kir ku wan li Tel Evîvê êrişî 2 baregehên leşkerî yên Îsraîlê kiriye û baregeheke îstixbarata leşkerî bombebaran kiriye.

Artêşa îsraîlê jî diyar kir ku wan di nava 24 saetan de li Libnan û Xezeyê 230 cih bombebaran kirine.

Hizbulaha Libnanê li ser êriş û roketên avêtine Îsraîlê daxuyaniyek belav kir.

Hizbulahê da zanîn ku wan baregeha 8,200î ya îstixbarata Artêşa Îsraîlê armanc kiriye.

Divê were gotin, Hizbulaha Libnanêdi navbera çend saetan de çend caran ragihandiye ku wê êrişî heman baregeha îstixbarata Artêşa Îsraîlê kiriye.

Hizbulaha Libnanê herî dawî doh êvarê diyar kiribû ku wan êrişî baregeha îstixbarata Îsraîlê kiriye.

Li gorî daxuyaniya îro ya Hizbulahê wan bi mûşekan êrişî dorûbera bajarê Tel Evîvê kiriye.

Di heman demê de Radyoya Artêşa Îsraîlê da zanîn ku 20 mûşekên ji Libnanê hatine avêtin li Tel Evîvê ketine.

Li gorî gotina Radyoya Artêşa Îsraîlê çend mûşek li Girên Golanê jî ketine.

Birêvebiriya Polîsê Îsraîlê diyar kir ku mûşekên Hizbulahê ji aliyê sîstema parastina asmanî ya Îsraîlê ve hatine pûçkirin.

Li aliyê din, Rojnameya Mearîfê ya Îsraîlê jî diyar kir ku mûşekeke ku ji Libnanê hatibû avêtin li herêma Qîsariyeyê ya li başûrê Heyfayê ketiye.

Piştî êrişa mûşekî ya Hizbulahê, Artêşa Îsraîlê li Tel Evîvê rewşa awarte ragihand.

Artêşa Îsraîlê: 230 cih hatine bombebarankirin

Li gorî daxuyaniya Artêşa Îsraîlê, di heyama 24 saetan de li Libnan û Xezeyê 230 cih hatine bombebarankirin.

Nûnerê Amerîkayê yê Libnanê Amos Hochstein doh êvarî diyar kir ku divê di navbera Îsraîl û Hizbulaha Libnanê de agirbest were ragihandin.

Piştî daxuyaniya Amos Hochstein bi çend saetan Îsraîlê Beyrûta paytexta Libnanê bi tundî bombebaran kir.

Li gorî dezgehên Libnanê şeva borî Îsraîlê 13 caran êrişî başûrê Beyrûtê kir.  

Li gorî dezgehên Libnanê bomeyek li nêzîkî nexweşxaneya herî mezin a Beyrûtê ketiye û ji ber wê êrişê kesek jê zarok 4 kes hatine kuştin.

Ji 20 Îlonê ve êrişên Îsraîlê yên li dijî Hizbulaha Libnanê zêde bûne.

Artêşa Îsraîlê baregehên Hizbulahê yên li başûrê Beyrûtê û başûrê Libnanê bi tundî bombebaran dike.

Her wiha Hizbulaha Libnanê jî bi mûşek û dronan êrişî Îsraîlê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst