Îbrahîm Şêxo: Li Efrînê kuştina Kurdan bi koronayê bi nav dikin

22-10-2021
RÛDAW
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Efrîn Binpêkirin Îbrahîm Şêxo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda belgekirina binpêkirinan li bakurê Sûriyê, di nûtirîn rapora xwe bi hejmar û amar behsa binpêkirinên li Efrînê kir û tê de diyar kir ku ji destpêka meha Cotmehê 29 kes li Efrînê ji aliyê grupên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve hatin revandin. Berpirsê rêxistina Mafên Mirova yê Efrînê Îbrahîh Şêxo got “Li Efrînê kuştina Kurdan bi koronayê bi nav dikin”

Berpirsê rêxistina Mafên Mirova yê Efrînê Îbrahîh Şêxo di derbarê mijarê beşdarî bultena Rûdawê û li ser binpêkirinên Efrînê axivî.

Berpirsê rêxistina Mafên Mirova yê Efrînê Îbrahîh Şêxo got ew amarên ku hatine belgekirin rast in û hejmar jê bêhtir in.

Sêxo got “Hemû ew binpêkirinên li Efrînê diqeqimin, em nikarin pêk bînin ji ber ku metirsî li ser jiyana welatiyan heye, hertişt nekare belav bibe. Wek wê jina dûcanî çewa bi îşkence hat kuştin û me dît çewa xwestin wê nûçeyê vala bikin, ji ber ku gotin korona ye. Lê me jî bi têkiliyên xwe yên di nav Efrînê de tespkirin ku ew jin hatiye îşkencekirin.”

Herwiha Şêxo da zanîn ku rêngên binpêkirinên wek kuştin lêdan û revandin li Efrînê berdewamin û got “niha jî ji ber ku dema mûsimê ya Zeytûnan e çekdar bêhtir bi tohmetên cuda yên ku dibêjin têkiliyên wan bi Rêveberiya Xweser re heye, fîdyeyên giran ji welatiyan dixwazin.”

Li aliyê din Şêxo bal kişand ser mirinên koronayê yên li Efrînê û got “dibêjin li Efrînê hejmareke zêde ya xelkê di bin navê bi koronayê jiyana xwe ji dest dane, lê çewa dibe ku hejmareke pir zêde ya Kurdan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest didin û hejmareke gelek kêm a Ereban ji ber koronayê dimrin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst