Ji ber 7 komêntan 12 sal û 3 meh zîndan li welatiyekî Kurd hat birîn

22-09-2019
RÛDAW
Nîşan Wan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Erdogan Burhan Burak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, bi tometa ku bêrêzî li hemberî Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan kiriye, 12 sal û 3 meh cezayê zîndanê li welatiyekî hat birîn.

Li bajarê Wanê, welatiyê Kurd ê bi navê Burhan Burak, bi tohmeta ku bêrêzî li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kiriye, doz li dijî wî hatibû vekirin.  

Hatiye ragihandin, wî welatiyê Kurd di sala 2014an de li ser torên civakî 7 komênt ango şîrove li ser Erdogan belav kirine û ew ji ber wan komêntan bi wê yekê hatiye tohmetbarkirin, ku sivikatî bi Erdogan kiriye.

Li ser wê tohmetê, li dijî welatiyê Kurd ê ji Wanê, Burhan Burak doz hatiye vekirin.

Di rûniştina dadgehê de ku li Duyemîn Dadgeha Cezayan a Wanê birêve çû, ji bo her komêntekê, salek û 9 meh, bi giştî 12 sal û 3 meh cezayê zîndanê bi ser Burhan Burak de hatiye sepandin.

Ev cara yekemîn e li Tirkiyê welatiyek bi tohmeteke weke bêrêziya li hemberî serokomarê wî welatî, dizayekî ewqas giran bi ser tê sepandin û bi 12 salan tê zîndanîkirin.

Parêzerê Burhan Burak, Cîhat Durmaz, cezayê ku bi ser muwekilê wî de hatiye sepandin, weke rekor bi nav kiriye û ragihandiye, “ti aliyekî hiqûqî û exlaqî yê vê cezakirinê nîne.”

Cîhat Durmaz, komêntên ku Burhan Burak li ser torên civakî belav kirine, weke beşek ji “azadiya raman û derbirînê” bi nav kir û tekez kir, “nedirist e ku ew komênt bi awayekî pir cuda bêne nirxandin û li ser wan cezayekî ewqas giran bê dayîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst