QAMIŞLO – Bi guleya leşkerê Tirkiyê zarokek birîndar bû

22-09-2018
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Qamişlo Zarok Artêşa Tirkiye
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Zarokek ji gundê Xerab Kortê yê ser bi bajarê Qamişlo, bi giranî bi guleya leşkerê artêşa Tirkiyê birîndar bû.

 

Çavkaniyekê ji Qamişlo ragihand ku zarokek ji gundê Xerab Kortê yê ser bi Qamişlo, ku nêzîkî sînorê Bakurê Kurdistanê ye, bi sedema armanckirina wî ji aliyê leşkerên Tirkiyê yên pasevanên sînor ve, bi giranî birîndar bû.

 

Li gor zanyariyan, ew zarok ji zikê xwe birîndar bûye û bo nexweşxaneya Qamişlo hatiye veguhastin. Bi gotina bijîşkên ku çavdêriya rewşa wî dikin, rewşa tendirustî ya wî zarokî xirab e.

 

Hinek çavkaniyan ragihand ku bavê wî zarokî gotiye, leşkerên Tirkiyê bi mebest kurê wî kirine armanca gulleyên xwe.

 

Li navçeyên nêzîkî sînorên navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê, gelek caran welatiyên sivîl dibin qurbaniyên teqeyên gulle û çekên leşkerên Tirkiyê li wan deveran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst