AMED - Li Almanyayê çareserî ji kûçik re nehat dîtin, beytarên Kurd dît

22-08-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Zanîngeha Dîcleyê Zanîngeha Silêmaniyeyê Beytar
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Danûstandin û hevkariyê yên di navbera zanîngehên Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de roj bi roj zêdetir dibin.

Niha 14 xwendekarên Veterîneriyê yên Zanîngeha Silêmaniyeyê çûne Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê û li wir rahênanê dikin û zanyariyên xwe pêş dixin.

Xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyeyê li Zanîngeha Dîcleyê beşdarî neştergeriyên çareseriya ajelan dibin û li ser şêwazên herî nû ên dermankirina kûçik, pisîk û çêlekan zanyariyên xwe zêde dikin.

Xwendekar didin zanîn ku ji Zanîngeha Dîcleyê fêrî gelek tiştên nû dibin û dixwazin vê tecrubeyê li Silêmaniyê bi kar bînin.

Li Almanyayê ji kûçikê xwe re çareserî nedît, li Amedê dît

Navê vî kûçikî Rokî ye. Ji bo çareseriyê ji bajarê Stutgartê yê Almanyayê anîye Fakûlteya Beytariyê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Çareseriya ku wan li Almanyayê jê re nedît, beytarên li Amedê jê re dît.

Ev keç û xortên ku tevli pêvajoya tedawiya nexweşiya vî kûçikî bûne jî xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyeyê ne.

Ew namzetên beytariyê ne û ji bo stajê hatine Amedê.

Li Zanîngeha Dîcleyê bi operasyon û dermankirina ajelan zanyariyên xwe yên derbarê beytariyê de bi pêş dixin.

Dermankirina kûçikê bi navê Rokî ji bo wan bûye tecrubeyeke bêhempa.

Xwendekarê Beytariyê yê Zanîngeha Silêmaniyê Nisar Cemal got ku “Tecrubeyeke gelekî girîng bû, baş bû. Ji bo doktorên vê derê jî baş bû. Lewma hemû televizyon hatin û wan temaşe kir. Tiştekî muhîm bû.”

“Li Zanîngeha Dîcleyê di du saetan de çare hat dîtin”

Dîlek Demîr Gurbeta xwediya kûçikê bi navê Rokî diyar kir, “Kûçikê min 3 mehan eziyeteke mezin kişand. Çareya wî di du saetan de li Zanîngeha Dîcleyê hate dîtin.”

14 xwendekarên zanîngeha Silêmaniyeyê çûn Amedê

Ji Zanîngeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê 14 xwendekarên beşa beytariyê niha li Amedê.

Li nexweşxaneyê bi awayeke pratîkî xwe fêrî başkirina nexweşiyên ajelan dikin.

Xwendekara Beytariyê yê Zanîngeha Silêmaniyê Pîjo Kamilê got:

“Nexweşiyên ku em dibînin zêdetir ew nexweşî ne ku li aliyê me kêm in an jî qet nînin. Bi rastî tîmeke gelekî baş e. Xebatkarên gelekî biqabîliyet in. Em hatine vir ku zanyariyên xwe zêdetir bikin.”

“Em zêdetir tişt dibînin”

Xwendekarê Beytariyê yê Zanîngeha Silêmaniyê Mistefa Sîrwan anî zimên ku “Li vir em zêdetir tiştan dibînin, mînakên zêdetir hene. Li aliyê me tenê seg û pisîk hene. Lê li vir zêdetir tişt hene.”

Rêberiya vê projeya di navbera Zanîngaha Dîcle û Zanîngeha Silêmaniyê de Prof.Dr. Hesen Îçen dike.

“Her du zanîngeh dixwazin bibin zanîngehên bira”

Îçen got ku her du zanîngeh dixwazin bibin zanîngehên bira.

Berpirsê Fakûlteya Beytariyê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Hesen Îçen wiha axivî:

“Beşên doktoriya mirovan jî beşên din jî dikarin bêne vê derê xwe bi pêş bixin, stajê bikin, pisporiya xwe li vir bikin.

Bi vî awayî her du zanîngeh dikarin bibin birayên hev jî.”

Li aliyê din, piştî ku 14 xwendekarên beytariyê staja xwe kir û vegeriyan bajarê Silêmaniyê.

Her du zanîngeh dê di navbera xwe de nirxandinekê bikin û îcar dê qefleyeke din a xwendekaran veguhêzin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst