Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û konsulê nû yê Amerîkayê yê Hewlêrê Irvin Hicks Jr civiyan û di wê civînê de Serok Barzanî tekezî li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê xwedî dozeke rewa ye û ji bo vê doze jî amade ye her qurbaniyekê bide.
Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê 22ê Tebaxa 2022an, pêşwazî li Konsulê Amerîka yê li Hewlêrê Irvin Hicks Jr kir.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî di hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê pêzanînên xwe ji bo xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya ji bo gihîştina bi azadî û rûbirûbûna dîktatoriyetê hebû.
Irvin Hicks Jr ragihand ku gihîştina bi bextewerî û azadîxwaziyê, du xalên hevbeş ên di navbera gelê Amerîka û gelê Kurdstanê de ne.
Serok Barzanî jî tekez li wê yekê kir ku “gelê Kurdistanê xwediyê dozeke rewaye û bi navê wê dozê amadeyê hemû cûre qurbaniyekê bide.”
Her li vê hevdîtinê de tekez li ser pêşxistina peywendiyên her du aliyan kirin û Konsolê Amerîka li Hewlêrê behsa hevkarî û hemahengiyên welatê xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku li warê geşepêdana kertê taybet û derfeta kar ya ji bo welatiyan tê kirin.
Her di vê hevdîtinê de, tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên dualî hate kirin û Konsulê Amerîka li Hewlêrê behsa hevkarî û hevahengiya welatê xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir di warê geşepêdana sektora taybet û derfetên kar ji bo welatan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse