Li Sêrtê derbarê 8 endamên HDPê de biryara girtinê hat dayîn

22-08-2020
RÛDAW
Nîşan Sêrt HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sêrtê 8 endamên Encûmena Bajêr ên li ser lîsta HDPê hatin girtin.

Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, 8 endamên Encumena Parêzgeha Sêrtê yên li ser lîsta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin girtin.

Roja 19ê Tebaxê di çarçova lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya dijî PKKê, hêzên emnî li bajarê Sêrtê di operasyonekê de, endamên Encumena HDP Hatîce Tay, Sabrî Basut, Bahrî Beştaş, Fayik Taş, Xayretîn Batur, Îdrîs İlhan, Medenî Aydin û Zekî Erdemcî desteser kiribûn.  

Îro piştî kar û barên li Rêveberiya Ewlehiyê, di rûniştina dadgehê de, bi tohmeta endamtiya PKKê derbarê her 8 endamên encumena HDP de biryara girtinê hat dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst