Çar zarokên malbatekê tûşî felca mejî bûne

22-08-2020
RÛDAW
Ew malbat 6 sal e li Herêma Kurdistanê dijîn
Ew malbat 6 sal e li Herêma Kurdistanê dijîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Malbateke xelka Enbarê ev heyama 6 salan e, li navçeya Şeqlewa ya Hewlêrê dijî û 8 zarokên wê malbatê hene ku ji wan çar zarok tûşî felca mejî bûne û rewşa aborî ya wê malbatê ne baş e, û bi saya kesên xêrxwaz jiyana xwe berdewam dikin.

Helîme Ebdulkerîm Îsmaîl ji Rûdawê re behsa rewşa malbata xwe kir û got ku çar zarokên wê Mihemed sala  1980 ji dayîk bûye, Enwer sala 1984, Ezhar sala 1978 û Huda sala 1993yan ji dayîk bûne û ew her çar zarok ji dema zikmakî ve tûşî felca mejî bûne.

Ew zarokên tendirustiyan wan baş e ku 2 keç in zewicîne û keçek û kurekî din li aliyê wan in. Kurek zewicî ye û karê elektirîkê dike û 3 zarokên wî hene û tendirustiya hemûyan baş e. Keçek jî temewnê 20 salî ye û xwendekar e.

Bavê zarokan jî malnişîne û nexweşe  û li malê ye. Mûçeyê wî mehanê tenê 600 hezar dînar e û kirêcî ne û weke ew dibêjin eger xêrxwaz alîkariya wan neke ew nikarin debara jiyana xwe peyda bikin.

Derbarê ew ji bo çi hatine Herêma Kurdistanê û çima venagerin bo Enbarê de Helîma Ebdulkerîm Îsmaîl dibêje: “Wê demê rewşa ewlehî ya Enbarê baş nebû û em nerçarbûn ku bêne Kurdistanê. Niha jî li wê derê mal û ew rewşa me nîne ku em bi dilxweşî vegerin.”

Bi gotina Helîma Ebdulkerîm Îsmaîl li Herêma Kurdistanê xêrxwazî alîkariya wan dikin ku ew dikarin bijîn.

Helîma Ebdulkerîm Îsmaîl herwiha dibêje ku dibêje ew niha fikir nakin vegerin ji ber ku bi gotina wê jiyana li Enbarê dê ji jiyana niha heye zehmetir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst