DÊRSİM: Qedexe jiyana koçeran zehmet dike

22-07-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Dêrsim Koçer Qedexe
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Li Dêrsimê li gel şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKKê û hêzên ewlekariya Tirkiyê, ragihandina qedexeyên derketina derve jî jiyana koçeran dixe zehmetiyê.

 

Herî dawîn li qezaya Qislê du herêmên din wekî herêmên qedexekirî hat ragihandin û bi vî awayî li Dêrsimê hejmara herêmên qedexekirî gihêşt 33yan.

 

Ev yek karên koçberên ku pezên xwe derdixin war û zozanan zehmetir dike.

 

Koçerên li war û zozanên devera Lîrtik a ku dikeve navbera qezaya Pilûr û Pilemoriyê dibêjin, beriya salên 1990î bi milyonan pez û gelek kêrî dihatin zozanan. Lê niha ev hejmar gelek kêm bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst