Li Amedê kargeheke taybet bi çêkirina xişirên Hindî hatiye vekirin

22-06-2023
Ferdî Sak
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Xişrên Hindî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xişirên Hindistanê li seranserî cîhanê yên herî navdar in û piraniya jinan jî ji wan aksesuaran hez dikin. Li Amed a Bakurê Kurdistanê kargeheke taybet bi çêkirina van xişirên Hindî hatiye çêkirin. Hosteyên Amedê li vê kargehê ji zêrên xav bazin, gustîl, ristik û gerdenan bi curên hindî bi awayekî balkêş çê dikin. Çêkirina wan zehmet e lê ji ber teknolojiyê ev kar hinekî hêsan bûye.

Kargeheke berhemanîna kelûpelên xişrên Hindî ye li parêzgeha Amedê. Ew xişrên ku gerden, zend, dest û tiliyên jinên Hindî dixemlînin êdî li vê parêzgeha Bakurê Kurdistanê jî tên berhemanîn.

Zêrê xav li vê derê li ber destê hosteyên Amedî dibe bazin, gustîl, ristik û gerdeniyên Hindî û vitrînên zêringiran dixemlîne.

Hostayê Zêr Firat Ekinci anî ziman, “Karê em dikin ev e, em zêr bi xavî distînin. Piştre ji wî xişrên wekî ristik, bazin û gustîlan çêdikin û pêşkêşî mişteriyan dikin. Em dikarin ji vî karî re bibêjin serpêhatî an jî rêwitiya  xişrên Hindî bo Tirikiyê an jî Rojhilatê Enedolê. Mirovan ji bo veberanînê bi awayek cidî berê xwe dan zêr. Ji ber vê jî firoşkarên zêr hewldan xişrên Hindî ji derve bînin. Xişrên Hindî destpêkê wiha hatin. Me jî got em çima dest bi berhemanîna wan nekin. Ev derdora salekê ye projeya me hebû û em bi serketin jî. Niha daxwazeke zêde li ser berhemên me ye.”

Berhemanîna modelên xişrê yên Hindî karekî zehmet e lê teknoljiyê karê hostayên Amedî hêsantir kiriye. Modelên xişrê yên tevlîhev ên Hindî destpêkê li ser komputerê tên dîzanynkirin û piştre bi çapgereke 3 rehendî qalibê wan tên derxistin, piştî vê hosta dest bi xemlandin û neqşandina zêr dikin.

Hostayê Zêr Firat Ekinci got, “Ev niha mûmeke ku ji çapgera 3 rehendî derketiye. Berî niha çêkirina vê bi rojan berdewam dikir lê niha em di rojekê de dikarin 10 heta 15 modelên wiha derbixin. Berî niha ew hevalên me yên ciwan ku nedixwestin vî karî bikin niha bi teknoljiya komputerê ya 3 rehendî bi aweyekî bilez fêrî vî karî bûn. Em niha dikarin ji vê derê berheman çêbikin û bişînin Stenbolê me berî niha hinek berhemên xwe ji wê derê dikirîn û pêşkêşî mişteriyên xwe dikirin lê niha em berheman hem pêşkêşî mişteriyên xwe dikin, hem jî dişînin Stenbolê.”

Li kargehê bi giştî 15 kes kar dikin ku 3 ji wan hosta ne. Ji sedî 90ê proseya berhemanînê li kargehê karê destan e. Xişrên tên berhemanîn ji bilî Amedê di serî de Stenbol bo zêringirên 7 bajaran tên firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst