Kampa Berdereşê: Bavê 3 zarokên nexweş daxwaza alîkariyê dike

22-06-2023
Bilind T. Abdullah
Kampa Berdereşê: Bavê 3 zarokên nexweş daxwaza alîkariyê dike
Kampa Berdereşê: Bavê 3 zarokên nexweş daxwaza alîkariyê dike
Nîşan Kampa Berdereşê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Berdereş a Duhok a Herêma Kurdistanê koçberekî xelkê Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Şemsedîn Faris bavê 3 zarokên xwedan pêwîstî taybet e û bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên navdewletî dike ku alîkariya wî û zarokên wî bikin.

Dahata Şemsedîn Faris tune ye, Neteweyên Yekbûyî jî alîkariya wî nake. 3 zarokê wî yên cêwî hene, her sê jî nexweş in, şelela mêjiyê bi wan re heye û ûr di serê wan de derketiye.

Ji ber ku nikare wan bibe ser doktoran, konê kampê ji wan re kiriye weke klînîk û fîzyoterapiyê bi wan dide kirin, ji xwe re borî girêdane û zarokan fêr dike bê çawa bi boriyan bigirin û bimeşin.

Şemsedîn ji Rûdawê re dibêje, Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî di warê mirovî de alîkariya wan dike lê pêwîstiya wan bi alîkariyên tendirustiyê heye, daxwazê ji Hikûmeta Kurdistanê û ji dezgehên navdewletî dike ku bi wî û zarokên wî re bibin alîkar.

Bavê sê zarokên nexweş Şemsedîn Faris li ser rewşa tenduristiyê ya zarokên xwe got, “3 zarokên min ên nexweş hene, dermana nexweşiya wan fizyoterapî ye. Ev 4 sal in em li Kurdistanê ne, ti xizmetguzariyeke berçav ji wan re nehatiye kirin.”

Şemsedîn Faris bang li hikûmetê kir û anî ziman, “Em bi hêvî ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dezgehên navdewletî alîkar bin û karekî cidî li ser wan bikin. Ev 4 sal in ji ber ku ti dermankirin nînin rewşa wan ku diçe paşde diçe. Çavên keça min baş bûn xirabtir lê hatine, kurê min jî rewşa wî paşde diçe.”

Şemsedîn Faris her wiha anî ziman, “Jiyana me gelekî zehmet e, ji ber ku tenê ez û dayika wan in, ji ber wan di pişta me herr duyan de fitiq çêbûye. Em bi xwe wan dimeşînin, wan derman dikin.”

Li Kampa Berdereş 4 hezar û 342 penaberên Rojavayê Kurdistanê dijîn û ew kamp dikeve nav sînorên parêzgeha Duhokê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst