Agir bi Kampa Berdereşê ket: Zarokekê canê xwe ji dest da

08-09-2023
RÛDAW
Dîmenên piştî kontrolkirina agir
Dîmenên piştî kontrolkirina agir
Nîşan Kampa Berdereşê Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Berdereşê agir bi konekî ket û di encamê de zarokeke yek û nîv salî canê xwe ji dest da.

Rêveberê Parastina Sivîlan a Akrê Îbrahîm Ferîq ji Rûdawê re ragihand:

“Navê wê zarokê Ronya Hesen Mûsa ye û yek û nîv salî ye, ji ber dereceya giran a şewatê canê xwe ji dest da.”

Rêveberê Parastina Sivîlan a Akrê Îbrahîm Ferîq diyar kir ku li gorî lêkolînên destpêkê, şewat ji ber sîgortaya elektrîkê derketiye.

Kampa Berdereşê dikeve başûrê navçeyê û welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê tê de dijîn.

Ew welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê di dawiya sala 2019an de ji ber êrişên Tirkiyeyê yên li ser Girê Spî û Serê Kaniyê koçberî Herêma Kurdistanê bûn.

Li gorî dîmenên ku piştî kontrolkirina agir hatine girtin, kon û kelûpelên tê de bi temamî şewitîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst