Xwendina pirtûkên Kurdî di dema koronayê de zêde bûye

22-06-2020
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Avabûna sîstema online ya firotina pirtûkên kurdî gelek bi kêrî weşanxaneyên Kurdî hate
Avabûna sîstema online ya firotina pirtûkên kurdî gelek bi kêrî weşanxaneyên Kurdî hate
Nîşan Pirtûka Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di dema koronayê de li Bakurê Kurdistanê xwendina pirtûkên Kurdî kêm nebûn û berevajî wê zêde bûn û herwiha bi saya alpereke online a firotina pirtûkan, bi hezaran xwendewarên bi zimanî kurdî karîbûn pirtûkan bikirin û bixwînin. Li gorî xwediyê Pirtûka Kurdî di dema koronayê de firotina wan a online ji sedî 40 zêdetir bûye .

Berfîn Huseynî her serê sibehê tê ser komputera xwe, malpera online ya firotina pirtûkan, Pirtûka Kurdî vedike û li sîparîşên wê rojê dinêre.

Sîparîşên ku bi rêya kartên krediyê û hewaleya bankayan jê re hatine yek bi yek lîste dike û pirtûkên kurdî yên ku hatine xwestin li depoyê peyda dike. Paşê wan pirtûkan pakêt dike û bi rêya kargoyê ji kiryaran re dişîne.

Xebatkara Pakêtkirina Pirtûkên Kurdî Berfîn Huseynî dibêje: “Sîparîşan em serê sibehê tên li online dinêrin ka çend heb sîparîş hatine. Piştre em derdixin, yek bi yek amade dikin. Her roj karê min ev e. Piştre jî ez wan berhev dikim, wan dikim qutiyêwan. Fatoreyên wan bi baldarî derdixim. Paşê jî pakêt dikim û dişînim.”

Xwediyê vê hizra firotina pirtûkên online Bawer Berşev e. Wî beriya 6 salan Pirtûka Kurdî ava kiriye û niha piraniya bazara pirtûkên kurdî di destê wî de ye. Ew bi rêya firotina online ne tenê li bajarên kurdan li hemû Tirkiyeyê û cîhanê jî pirtûkên kurdî belav dike.

Xwediyê Pirtûka Kurdî Bawer Berşev jî got: “Di dema pandemiyê de texrîben firotina me ji sedî 40 zêde bû. Li Kurdistanê piştî Mêrdînê, Şirnex, hinek Colemêrg û Semsûr pirtûkan zêdetir dikirin. Semsûr ez dibêjim belkî ji Amedê jî çêtir be. Kurd pirtûkên fêrbûna kurdî dixwazin. Ferheng û rêziman zêde dikirin. Ev ji bo me şanaziyek e. Ev jî tê vê wateyê ku kurd dixwazin bi hemû zaravayên xwe zimanê xwe hîn bibin.”

Avabûna sîstema online ya firotina pirtûkên kurdî her çiqas semyanê Bawer Berşev 10 qat zêde kiribe jî herî zêde bi kêrî weşanxaneyên kurdî tê. Lewre pirtûkên 28 weşanxaneyên kurdî bi rêya Pirtûka Kurdî tê firotin.

Derbarê mijarê de weşanger Azad Zal jî got: “Êdî xwendevanên kurd di serê wan de çêbûye ji xwe. Tiştê ku destpêkê tê bîra mirov Pirtûka Kurdî ye. Çimkî vê mantalîteyek, bazarek çêkiriye. Êdî navnîşana belavkirin û peydakirina pirtûkên kurdî heye. Navê wê jî Pirtûka Kurdî ye.”

Di sala 2019an de beriya nexweşiya koronayê 225 pirtûkên kurdî hatibûn çapkirin. Piştî koronayê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û weşanxaneyan deriyên xwe girtibûn. Lê bi xêra Pirtûka Kurdî ya sîstema online xwîner bê pirtûk nemabûn û sîparîşên wan gihiştibûn ber destê wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst