Di civîna Parlamentoya Kurdistanê de alozî: Parlamenterên YNK û PDKê li hev ketin

22-05-2023
RÛDAW
Civîna Parlamentoya Kurdistanê, roja Duşemê 22ê Gulana 2023an.
Civîna Parlamentoya Kurdistanê, roja Duşemê 22ê Gulana 2023an.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di civîna Parlamentoya Kurdistanê de di navbera hejmarek parlamenterên YNKê û PDKê de li ser çalakkirina komîsyona hilbijartinan alozî derket.

Parlamentoya Kurdistanê îro ji bo gotûbêjkirin û dengdana li ser çalakkirina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina amadekariyên hilbijartinên giştî yên îsal civiya.

Lê belê her di destpêka civînê de, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq ku ji YNKê ye, biryara paşxistina civînê da û ji civînê derket.

Rêwaz Fayeq di axaftina xwe ya destpêka civînê de got: “Ji bo parastina yekîtiya neteweyî û yekdengiya hêzên siyasî, min biryar da ku hêza xwe ya teqez û bê şert û merc bikar bînim ku di benda 3 a madeya 18an de desthilatê dide seroka parlamentoyê ji bo serokatîkirin, dawîkirin û paşxistin û diyarkirina roja civînê. Ez dê civîna îro ji bo demeke din taloq bikim heta planeke din a kar.”

YNK razî nîne ku Komîsyona Bilind a Hilbiajrtinên Herêma Kurdistanê were çalakkirin, ji ber wê rê nade ku komîsyona hilbijartinên Herêma Kurdistanê bê çalakkirin.

Alîkarê Serokê Parlamentoyê Hêmin Hewramî bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kir ku ew biryara Serokatiya Parlamentoyê ya paşxistina civînê qebûl nakin. Hêmin Hewramî got: “Ev biryareke takekesî ye. Yên ligel dewamkirina civînê ne, bila destên xwe bilind bikin."

Piştî axaftina Hêmin Hewramî, parlamentoyê ji bo berdewamkirina civînê deng da.

Hewramî piştre deng da ku dest bi karê komîsyona hilbijartinan bike.

Di civînê de, Hewramî mijara çalakkirina komîsyona hilbijartinan bire dengdanê û di dengdanê de 58 parlamenteran dengê Erê dan.

Serokê Fraksyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de, Zana Mela Xalîd derbarê mijarê de ji Rûdawê re got: “Bi piraniya dengan û bi dengê 58 parlamenteran, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê hat aktîvkirin.”

Li ser vê yekê parlamenterên YNKê nerazî bûn û ber bi kursiyên Desteya Serokatiya Parlamentoyê ve çûn û hewl dan dengdanê asteng bikin.

Di vê navberê de di navbera hejmarek parlamenteran de alozî derket. Hin parlamenter ber bi kursiyên Cîgirê Seroka Parlamentoy Hêmin Hewramî û Sekretera Parlamentoyê Muna Qehwecî ve meşiyan û şûşe, peldank û kaxizên di destên xwe de avêtin wan.

Ji ber aloziyê civîna parlamentoyê hat paşxistin.

Lê nêrîna YNKê derbarê civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de cuda ye.

Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq ragihand, civîn hatiye paşxistin û ti encam û biryareke civîna îro qanûnî nînin û ti nirxeke wan nîne.

Serokê Fraksyona YNKê Ziyad Cebar têkildarî civîna îro di daxuyaniyekê de bo medyayê ragihand, civîn îro hatiye paşxistin û komîsyona hilbijartinan nehatiye çalakkirin.

Cîgirê Serokê Fraksyona YNKê, Luqman Werdî jî tekez kir, bi biryara Seroka Parlamentoyê civîna îro hatiye paşxistin û ti biryarek ji bo çalakkirina komîsyona hilbijartinan nehatiye dan.

Seroka Fraksyona Goranê Gulistan Seîd jî têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Çalakkirina komîsyonê û qanûna hilbijartinan pakêtek e û divê aliyên siyasî li ser wan mijaran li hev bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst