Rêveberiya Xweser 161 kesên asêmayî ji Sûdanê vegerandin

22-05-2023
RÛDAW
Wêne: Rêveberiya Xweser
Wêne: Rêveberiya Xweser
Nîşan Rêveberiya Xweser Sûdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser 161 kesên ku ji ber şerê navxwe li Sûdanê asê mabûn û dixwestin vegerin, bi rêya Balafirgeha Qamişloyê vegerandin Rojavayê Kurdistanê.

Piştî derbasbûna mehekê bi ser şerê navxweyî yê Sûdanê re Rêveberiya Xweser 161 welatiyên Rojava û Bakûrê Rojhilatê Sûryê yên ku li wî welatî asê mabûn vegerandin.

Endamê Komîteya Vegerandina xelkê Bakûr û Rojhilatê Sûryê Mistefa Bali got "Ev yekem koma awareyan e ku ji balafirgeha Port Sûdanê bo balafirgeha Qamişlo hatin veguhastin. Ev veguastin piştî mehekê ji hewlên komîta têkiliyên derve hat ku bi berpirsên piştgiriya teknîkî re di rêveberiya xweser de hevahengiyê dikir, da ku Sûrîyan ji Sûdanê derxînin."

Nesrîn berya 10 salan ji ber şerê navxwe yê Sûriyê koçberî Sûdanê bibû.  Ev mehek bû li wî welatî asê mabû.

Serê siba roja Duşemê, bi zarokên xwe re, bi babê xwe şad bû. Lê hîn hevjînê wê, li Sûdanê asê ma ye. 

Nesrîn Alî penabera ji Sûdanê vegeryayî dibêje "Em li erdê dirazan, me gelek zehmetî dît. Me birçîbûn dît, gelek tişt bi serê me hat. Nizanim çawa bibêjim; karesat bû. Heta dema ez ji Sûriyê derketim jî, ev hemû bi serê min nehat."

Mihemed Mistefa bavê penabera ji Sûdanê vegeryayî anî ziman "Hûn dizanin, dema zarokên we li welatekî din ji we dûr bin û pirsgirêkek bi vî rengî çêbibe, hûn nekarin şev û roj razên, ne jî bixwin û ne vexwin. Lê şikir ji Xwedê re, ew bi silametî vegeriyane malê."

Li gorî Komîteya Vegerandina Xelkê Bakûr û Rojhilatê Sûryê, hezar û 700 kesên din yên Rojavayê Kûrdistanê û Bakûr û Rojhilatê Sûryê, li Sûdanê asê mane û biryar e ew jî bi bên vegarndin.

Ev di demekê de ye kû bo dema mehekê ye şerê Sûdanê di navbera dû jeneralên herî bihêz ên wî welatî destpekiriye û bûye sedemê mirina 705 kesan û herî kêm 220 hezar kesî ew welat bi chîhiştine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst