Rêveberiya Xweser 108 Jin û zarokên malbatên DAIŞê radestî Tacikistanê kir

22-05-2023
RÛDAW
Nîşan Tacikistan Rêveberiya Xweser Malbatên DAIŞê Radestkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebriya Xweser ragihand ku Tacikistanê 108 jin û zarokên edamên malbatên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandin welatê xwe.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya şandeke Tacîkistanê bi serokatiya balyozê Tacîkistanê yê Kuweytê Zubeydullah Zabidov serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li Qamişloyê bi Desteya Peywendiyên Derve yê Rêvêberiya Xweser re civiya.

Şanda Tacikistanê ji aliyê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd, cîgirên hevseroktiyê Fener Kiêt û Robêl Beho, endamên Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm û Gulistan Elî ve hat pêşwazîkirin.

Rêveberiya Xweser ragihand ku di civînê de “her du aliyan peywendiyên di navbera Rêveberiya Xweser û Komara Tacikistanê, şerê li dijî terorîzmê, rûbirûbûna rêxistina terorîst a DAIŞê û berferehiya şerê dijî terorîstên DIAŞê gotûbêj kirine.”

Hevserokê Desteya Peywendiyên Derve Bedran Çiya Kurd tekezî li ser girîngiya hevkariya di şerê de terorê de kir û bal kişande ser dîtina çareseriyeke bingehîn ji bo pirsgirêka terorê.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de da zanîn ku wan 108 kes ji endamên malbatên çekdarên DAIŞê radestî Tacikistanê kirine ku 80 ji wan zarok û 28 jî jin bûn.

Herwiha Rêveberiya Xweser di Tîrmeha 2022an de jî 146 zarok û jinên malbatên DAIŞê radestî Tacikistanê kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst