Dorpêça ser taxên Kurdî yên Helebê didome; Şaredariya Gel hişyarî da

22-05-2023
RÛDAW
Nîşan Heleb Taxa Şêx Meqsûd Taxa Eşrefiye Şaredariya Gel Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Gel a ser bi Rêveberiya Xweser li herdû taxên Kurdî yên bajarê Helebê, taxên Şêx Meqsûd û Eşrifiyê ragihand, bi sedema dorpêça hêzên Artêşa Sûriyê, ji bo hilweşandina avahiyên zerardîtî yên metirsîdar ku di erdheja 6ê Sibata bihorî de zirar dîtine, wan dest bi bikaranîna mazota depokirî ya firneyan û nexweşxaneyan kiriye.

Şaredariya Gel a taxên Şêx Meqsûd û Eşrifiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir, dorpêça Firqeya 4 a Artêşa Sûriyê ya li ser herdû taxên Kurdî yên bajarê Helebê berdewam e û wê yekê bandorek xirab li rewşa niştecihên wan taxan kiriye.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ji ber metirsiya rûxana avahiyên zerardîtî yên di erdheja 6ê Sibatê de ku egera ketina bi ser xelkê de heye, wan dest bi hilweşandina wan avahiyan kirine, û ji bo karê hilweşandinê jî ew mazota depokirî bo makîne û alavên kar ên haydrolîkî bikar tînin.

Ji aliyê xwe ve Rêveberê Ofîsa Teknîkî ya Şaredariya Gel a herdû taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, Edanan Caro daye zanîn, ew neçar bûne mazota depokirî bo hilweşandina avahiyên zerardîtî bikar bînin, ku di kokê de ew mazot bo karê firne û nexweşxaneyan e.

Edanan Caro herwiha hişyarî daye ku ji ber dorpêçê metirsî heye mazota pêwîst ji bo nexweşxane û firneyan li navçeyê kêm bibe û bibe sedema krîzekê li navçeyê.

Li gor heman çavkaniyê, ji Tebaxa 2022an û heta niha Firqeya 4 a Artêşa Sûriyê herdû taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê li gel kampên koçberên Efrînê li navçeya Şehbayê li bakurê Helebê dorpêç kirine û nahêle kelûpel û kerseteyên pêwîst derbasî wan cihan bibin, û tiştên pêwîst tenê bi qaçaxî bo wan navçeyan tên derbaskirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst