Polîsê ku roja Newrozê teqemenî di otomobîla wî de hatibû dîtin, hat girtin

22-03-2022
RÛDAW
Nîşan Polîs Gever Colemêrg Teqemenî Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrga Bakurê Kurdistanê polîsê ku di roja Newrozê de  52 kîlo û 500 gram teqemenî di otomobîla wî de hatibûn dîtin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Duh 21ê Adara 2022ê roja pîrozkirina Cejna Newrozê, li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrga Bakurê Kurdistanê otomobîla polîsê bi navê A.K ku li Stenbolê erkdar bû, li xala pişkinînê ya navçeyê, ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve li ser gumanê hat rawestandin. Di encama pişkinînên di nav otomobîlê de 52 kîlo û 500 gram teqemeniya ku di beşên cuda ên otomobîlê de hatibû veşartin, hat dîtin.

Polîsê navborî li ser vê yekê hat destserkirin û ji bo karûbarên îfadeyê bo rêvebeya Ewlekariyê hat birin.

Li gor zanyariyan polîsê bi navê A.K îro 22ê Adara 2022ê, piştî karûbarên îfadeyê bo dadgehê hat veguhastin û li wir ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst