Li Batîfa ji ber nexweşiyê bi sedan bizin mirar bûne

22-02-2019
RÛDAW
Li Batîfayê nexweşiyeke dijwar di nav bizinan de belav bûye.
Li Batîfayê nexweşiyeke dijwar di nav bizinan de belav bûye.
Nîşan Zaxo Batîfa Nexweşî
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) - Li bajarokê Batîfa yê ser bi navçeya Zaxo ya parêzgeha Duhokê ve nexweşiyek di nava bizinan de belav bûye, û di dema şeş rojan de 160 bizin mirar bûne.

 

Li gor amarên Veterneriya Batîfayê, di dema mehekê de nêzîkî hezar serên ajelî li wê navçeyê mirar bûne û bi vê yekê jî bi qasî 150 hezar dolaran ziyan gihîştiye ajeldarên wê navçeyê.

 

Pizîşkên veterneriyê dibêjin, nexweşiya Lerzik sedema mirarbûna bizinan li bajarokê Batîfayê ye.

 

Ajeldar, Salih Xalid Mihemed dibêje, zêdetirî 400 pezên wî hebûne, lê derdora 160 ser pezên wî mirar bûne. Ew ajeldarê xelkê Batîfayê dide xuyakirin ku rojane 10 heta 12 pezên wî nexweş diketin, ku wan hinek serjê dikirin û hin ji wan jî mirar dibûn.

 

Ajeldar Mistefa Dirbas jî dibêje ku ji ber nexweşiyê hejmarek ji pez û bizinên wî jî mirar bûne û tekez kir, pizîşk dibêjin di laşê pez de kurm heye. Mistefa Dirbas dide zanîn ku wî nêzîkî 2 milyon dînaran bo dermankirina pezên xwe xerc kiriye, lê heta niha bê encam bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst