Ji bo 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyarî hat dayîn

22-01-2024
RÛDAW
Nîşan Barîna Berfê Bakurê Kurdistanê Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku pileya germê dadikeve û tê texmînkirin li 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê berfeke zêde bibare.

Li seranserê Tirkiyeyê pileya germê ji 6 heta 8 pileyan daketiye û li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf dibare.

Li parêzgehên Erdexan, Qers, Dêrsim, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Colemêrg û Şirnexê ji îro û pê ve dê berfeke zêde bibare û roja sêşemê jî li çend parêzgehan dê berf û baran bi hev re bibarin.

Herwiha ji bo parêzgeha Artvînê ya Tirkiyeyê jî hişyariya berfê hatiye dayîn û li 3 parêzgehên mezin Stenbol, Îzmîr û Enqereyê berf nayê çaverêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst