Li Xarpêt, Sêwaz û Mêrdînê di bûyerên tirafîkê de 17 kes birîndar bûn

22-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Xarpêt, Sêwaz û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê di sê bûyerên tirafîkê de 17 kes birîndar bûn.

Îro 22ê Çile 2023ê li ser rêya di navbera Xarpêt û Çewlîgê de otomobîlekê li hesinê kêleka rê xist û di encamê de 7 kes birîndar bûn û 4 ji birîndaran zarok in.

Li ser agahdarkirinê tîmîn tendirustiyê û cendirme bo cihê bûyerê hatine şandin û birîndar bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin.

Her îro li navçeya Ulaş a ser bi Sêwazê jî otomobîlekê û barhilgirekê li hevdan û di ancamê de 3 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme bo cihê bûyerê hatine şandin .

Li gorî agahiyan birîndar bo Nexweşxaneyên Ulaş û Nexweşxaneya Numune ya Sêwazê hatine veguhestin û tendirustiya birîndaran cîgire.

Li navçeya Midyadê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê jî, li ser rêya di navbera Midyad û Hezexê de otomobîlek ji rê derket û wergeriya di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.

Li gorî agahiyan birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê hatine veguhestin .

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst