Serokê nû yê PAKURDê diyar bû

21-12-2023
RÛDAW
Nîşan PAKURD Gewran Goyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gewran Goyî wekî serokê nû yê Partiya Kurdistanî (PAKURD) hate hilbijartin.

Partiya yekem a dîjîtal a Kurdistanê, Partiya Kurdistanî (PAKURD) îşev Şeva Yeldayê saet 21:00ê kongreya xwe ya asayî ya duyem li dar xist.

Gewran Goyî û endamê avakar ê PAKURDê Sîdar Gergerî ji bo serokatiya PAKURDê hevrikiyê dikirin.

Di encama hilbijartinan de Gewran Goyi bi 64 dengan wekî serokê nû yê PAKURDê hate hilbijartin.

Herwiha berbijêrê din Sîdar Gergerî 38 deng bi dest xistin.

Îbrahîm Xelîl Baran berê biyar dabû ew dê dev ji serokatiya PAKURDê berde.

Serokê nû yê PAKURDê Gewran Goyî kî ye?

Gewran Goyî ji Geliyê Goyana Şirnexê ye, Kurdekî Kurmanc e.

Wî li Zanîngeha Mêrdînê Kurdolojî, li Zanîngeha Enqereyê Sînolojî û li Zanîngeha Hacettepeyê jî mastera xwe kiriye.

Gewran Goyî demekê li Bakurê Kurdistanê mamostetiya Kurdî jî kiriye.

Gewran Goyî bi bûrsa PAKURDê li Fînland û Almanyayê jî li ser pedagojî û zanistên perwerdeyê cote masterek xilas kir.

Teza wî ya masterê li ser perwerdeya zarokên Kurd ên li dîasporayê bû û li Zanîngeha St. Petersburgê jî li ser Pergala Perwerdeya Sovyetê xwendina xwe berdewam kir.

Gewran Goyî 3 salan li Fînlandê mamostetiya zimanê Kurdî jî kir û niha li wekî Koordînatorê Pedagojiya Zimên dixebite.

Ew herwiha li ser doktorayê jî xebatên xwe yên derbarê dîjîtalîzasyon û hişê çêkirî di perwerdeyê de berdewam dike.

Gewran Goyî bi zimanên Kurdî, Tirkî, Îngilîzî, Fînî, Çînî, Swêdî û Rûsî dizane.

Ew yekem Kurdê endamê Konferansa Navneteweyî ya Polîglotan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst