Riyad Xelef: Ti rola hêzên Sûriyê li herêmê nîne

21-12-2020
RÛDAW
Serokê Encûmena Leşkerî ya Girê Spî dibêje proejeya radestkirina Eyn Îsa bo Hikûmeta Sûriyê pêşkêşkirin û ji bo wê yekê zextan li ser wan dikin
Serokê Encûmena Leşkerî ya Girê Spî dibêje proejeya radestkirina Eyn Îsa bo Hikûmeta Sûriyê pêşkêşkirin û ji bo wê yekê zextan li ser wan dikin
Nîşan Eyn Îsa Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encûmena Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef ragihand, ku Rûsyayê projeya radestkirina Eyn Îsa bo Hikûmeta Sûriyê pêşkêş kir û ji bo wê yekê zextan li wan dike, lê ew vê yekê red dikin. Riyad Xelef herwiha dibêje, ti rola berevaniyê ya hêzên hikûmeta Sûriyê li herêmê nîne û li hemberî binpêkirinên Tirkiyê tiştekê nake.

Serokê Encûmena Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef ji Eyn Îsayê beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî pêşhateyên herî dawî yên li wê navçeyê axivî.

Riyad Xelef diyar kir ku li Eyn Îsayê binpêkirin berdewam in û heta vê keliyê jî topbaran ji aliyê Tirkiye û çekdarên girêdayê wê ve li navçeyê têne encamdan.

Xelef da zanîn, hinek grûpên çekdar ên ku Tirkiye piştevaniya wan dikin, hewl dan li herêmê pêş bikevin û derbasî Eyn Îsayê bibin, lê wan karîne rê li ber wan bigirin û got: “Hejmarek ji wan hatin kuştin. Di encama êrişên grûpên çekdar de du welatiyên sivîl şehîd bûn û hejmarek sivîl jî birîndar bûn û herwiha ziyanên madî gihîştine welatiyan û malên hinek welatiyan wêran bûn.”

Peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fetah ragihand ku li sayloya gundê Şeregrag efserên Rûsyayê û Tirkiyê civiyan e û herwiha eşkere kir, ku hîn jî encamên civînê ne diyar in û herdu alî derbarê rewşa Eyin Îsa de gotûbêjan dikin.

Riyad Xelef li ser vê yekê diyar kir ku agahiya wan derbarê civîna fermandarên Rûsî û Tirkiyê de tine ye, lê zext li ser wan tê kirin ku ew Eyn Îsayê radestî hikûmeta Sûriyê bikin û got: “Xwestin projeya radestkirina Eyn Îsayê bo rejîma Sûriyê cîbicî bikin. Dixwazin guşarekê li me bikin daku em Eyn Îsayê radest bikin. Niha hemû kes ji plana wan agahdar in. Herweha topeke artêşa Tirkiyê bi şaşî li xaleke leşkerî ya Hikûmeta Sûriyê ket ku fermandarek û çend leşker birîndar bûn, lê Rûsyayê derbarê vê yekê de dengê xwe nekir. Herwiha ji aliyê Sûriyê ve jî ti karvedanek nehat kirin.”

Xelef eşkere kir ku di 9ê Kanûna 2020an de bi serperiştiya Rûsyayê ligel hêzên hikûmeta Sûriyê 3 xalên serbazî damezrandine ji bo çavdêriya binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî sivîlan, lê heta niha ne Rûsya û ne jî Sûriyê tiştek nekiriye.

Bi gotina Riyad Xelef tevî ku li deverên weke Girê Spî û Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiye û çekdarên opozisyona Sûriyê ve têne kirin, lê ew pabendî rêkevtinên navneteweyî bûne û Rûsya ku aliyê garantor e derbarê binpêkirinan de tiştek nekiriye.

Derbarê paşeroja Eyn Îsayê de Riyad Xelef got: “Me ji bo vê xakê şerê terorê kir û me xwîna xwe rijandiye û gelek şehîd dane. Dema me şer dikir hikûmeta Sûriye û Rûsya li kuderê bûn. Em qebûl nakin we hêz bên. Di dema Efrînê de me ji wan alîkarî xwest, lê wan xwe dan alî û weke xaka xwe nabînin, tenê dixwazin rewş vegere weke berî sala 2011an. Leşkerên Sûriyê bo berevanîkirina hatin li ser sînoran lê ti bergerî li hemberî binpêkirinan nake.”

Serokê Encûmena Leşkerî ya Girê Spî Riyad amaje kir ku eger ji Tirkiyê were dê hemû xaka Sûriyê û heta hemû welatên Erebî kontrol bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst