Li Mêrdînê bihayê nan hat zêdekirin

21-10-2022
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Bihayê Nan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, bihayê nan %17 û bihayê sîmîd %33 hat zêdekirin.

Li navenda Mêrdînê û navçeyên wê bihayê nan û sîmîd hat zêdekirin. Li gor bihayên nû dê nanê 200 gramî ku pêştir bi 3 lîreyan dihat firotin, bi 3 lîre û 50 quruşan bê firotin. Nanê 400 gramî ku pêştir bi 6 lîreyan dihat firotin, dê 7 lîreyan bê firotin. Nanê 100 gramî jî ku pêştir bi 2 lîre û 50 quruşan dihat firotin, dê bi 3 lîreyan bê firotin.

Bihayên sîmîd jî bi rêjeya %33 hat zêdekirin û sîmîdê ku pêştir bi 3 lîreyan dihat firotin, piştî zêdekirina bihayan dê bi 4 lîreyan bê firotin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ji ber aboriya xirab enflasyon her diçe zêdetir dibe û rojane bihayên kelûpelan zêde dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst