RIHA - Cotkar ji bihayê pembo ne razî ne

21-10-2022
Mihemed Emin Demir
RIHA – Cotkar ji bihayê pembo ne razî ne
RIHA – Cotkar ji bihayê pembo ne razî ne
Nîşan Riha Pembo Nerazîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Zoncikê ya ser bi navçeya Sirûcê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê ve çinîna pembo ku wek zêrê spî tê binavkirin berdewam e, lê cotkar ji bihayê pembo yê li bazarê nerazî ne û dibêjin li hember xerciyên zêde bi vî bihayî zerarê dikin. Lewra xerciyên cotkaran di nav salekê de %200 - 300 zêde bûne, lê li hember xerciyên zêde bihayê pembo tenê %20 zêde bûye.

Cotkar Selahaddin Dagtekin got “Hem cotkar ji halê xwe gazinan dikin hem jî ajotkar û xebatkarên makîneyên çandinê ji halê xwe gazinan dikin. Niha pirsgirêka herî mezin çi ye? Her tişt gelek buha bûye. Ji ber ku her buhaye îcar xelas nake û ji ber vê yekê jî pirsgirêk derdikevin holê. Niha îro cotkarek ji bo donimek erd herî kêm 6 hezar lîre mesrefê xwe heye. Hewqas xebatên ku pê de kirin vala çûn, avdan vala çû her tişt vala çûn. Ji ber ku mesref gelek zêde ne ew jî xelas nake. hêviya me ew e ku heta cotkar bêderên xwe rakin ew pembû bi qîmet bibe.”

Ji bilî cotkaran xwediyê makîneyên çinînê û endazyar jî ji rewşê û xerciyên zêde nerazî ne. Ji ber xerciyên zêde sektora çandiniyê bi giştî di nav krîzekê de ye.

Ji aliyê din jî bihayên av û elektrîkê jî pişta cotkaran şikandine û saziya DEDAŞê bi hinceta deynê elektrîkê blokeyê datîne ser piştgiriya cotkaran ku ji aliyê dewletê ve tê dayîn û cotkar nikarin pereyên xwe ji bankayan werbigrin.

Xwediyê makîneya çinînê Îsmail Koken diyar kir “Di çavên cotkaran de bi rastî bihaye, lê tu were binêre mazot e, rûn e, deterjana wê ye, ajotkarê xwe heye, lênêrina xwe ya giran heye, mesrefên xwe yên giran hene. Eger tu werî di çavê me de lê binêrî em xwe xelas nakin. Eger tu ji aliyê cotkaran ve lê binêrî mafdar in bi rastî biha ye. Mesref biha ye. Niha ku pembu li gorî vê mesrefê ew jî pere bikira hem cotkarên me kêfxweş dibûn hem jî em kefxweş dibûnê dilê me ji hev nedima.”

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê sala par lîtreyeke mazotê 8 lîre û 16 quruş bû, lê di Cotmeha îsal de gihiştiye 27 lîre û 37 quruşan. Bihayê tonek gubreya pembo di meha Cotmeha 2021ê de 8 hezar û 600 lîre bû, îsal di heman mehê de bûye 18 hezar lîre. Bihayê kîloyek tovê pembo sala par bi 30 lîreyî bû îsal derketiye 70 lîreyî. Li hember zêdebûna xerciyan a 3-4 qatan bihayê pembo jî sala par 11 lîre 50 quruş – 12 lîre bû îsal 14 lîre 50 quruş – 15 lîre ye, ku tenê %20 zêde bûye.

Riha li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yek ji mezintirîn bajar e ku 883 hezar û 386 hektar erdên çandiniyê lê hene. Herwiha li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê %37ê pembo, %38ê nîskên sor û %7.5ê genim li Rihayê tê berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst