Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî îro bi helkefta 51. salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê ragihand, damezrandina wê yekîtiyê li “ji aliyê Barzaniyê Nemir ve pêngaveke girîng bû ber bi bihêztirkirina rola mamosteyan û kesayetiyên mezin ên olî ji bo bihêzkirina bingehên dîndarî û xwedanasî û belavkirina çanda pêkvejiyan û mirovdost û herwiha hişyarkirina welatiyên li hemû navçe û bajar û gundên Kurdistanê.”
Serok Barzanî di peyama xwe de, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî mamosteyan û zanayên mezin ên ola Îslamê yên li Kurdistanê û Serok û Endamên Ofîsa Cîbicîkirinî û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê kir.
Di peyama xwe de, Barzanî dibêje ku mamoste û zanayên ola Îslamê yên Kurdistanê di qonaxa xebat û şoreşê de xwedî roleke ber bi çav bû di bilindkirina hişyariya netewî ya xelkê û nasandina mafan û redkirina zulm û bindestiyê de.
Têkildarî rol û bandora Yekîtiya Zanayan û mamosta û kesayetiyên olî jî, serok Barzanî dibêje, rolan wan “bilind dinirxînim ku ji wê dema teror gefeke mezin e di asta navçeyê û cîhanê de, hîkmet û şarezayiya wan li ser bingehên pîroz ên olî sedemên bihêz bûne ji bo wê yekê ku hizra tundî û terorê nekaribe di nav gelê me de cîh û pêgeha xwe veke.”
Serok Barzanî di dawiyê de dibêje, “Bi helkefta vê bîranîna girîng hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê dixwazim û spasî ked û erkê wan ê pîroz dikim.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse