Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Almanyayê endam û çekdarên rêxistina DAIŞê yên wî welatî ku destê wan di revandin û kuştina Kurdên Êzidî de hene, dadgeh dike. Ji bo darizandinê pêwîstî bi delîl û şahidiya kesên ku bûne mexdûr heye. Ji Herêma Kurdistanê jineke Kurda Êzidî ji bo darizandina DAIŞiyê ku destdirêjiya seksê lê kiriye, diçe Almanyayê.
Jina Kurda Êzidî bi navê Şeza Selîm (28) di sala 2014an de piştî ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve ji gundê Koço yê ser bi Şingalê ve ligel dayîk û xwîşk û du birayên xwe tê revandin, ew di sala 2017an de rizgar dibe. Şeza Selîm di heyama 3 salan de 14 caran ji aliyê çekdarên DAIŞê ve wek kole tê firotin.
Şeza Selîm ji televîzyona Foks News a Amerîkî re diyar kir ku ew ti caran roja ku cara yekemîn destdirêjiya seksê lê kirine ji bîr nake.
Di meha pêşiya me de Şeza Selîm diçe Almanyayê û di dadgehê de rûbirûyê DAIŞiyê ku destdirêjiya seksê li wê kiriye dibe.
Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşa xwe bo ser Şingalê û deverên din ên cihê nîştecihbûna Kurdên Êzidî dest pê kir û di wê êrîşê de bi sedan welatiyên sivîl ên Êzidî bi destê çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin û hejmareke zêde jî koçber bûn. Piştî şikestina DAIŞê û rizgarkirina Şingalê û piştre jî rizgarkirina Mûsilê, bi dehan gorên bikom li herêmê hatine dîtin, ku termên Kurdên Êzidî têde ne.
Herwiha di êrîşa bo ser Şingalê de, DAIŞê bi hezaran keç, jin û zarokên Kurdî Êzidî revandin û weke koleyan kirîn û firotin bi wan kir.
Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê, ji 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, heta niha 3 hezar û 515 kes hatine rizgarkirin. Heta niha jî çarenûsa 2902 kesan nayê zanîn. Herwiha ji ber êrişan 2 hezar û 745 zarokên Kurdên Êzidî bê bav û dayîk man.
Dixwaze bibe dengê jinên hatine bêdengkirin
Şeza Selîm diyar kir ku ew dixwaze bibe dengê kesên hatine bêdengkirin bi wî awayî karesata ser bi Kurdên Êzidî de hatiye bîna bîra civaka navneteweyî.
Naveda Tawanên Şer a li herêma Nordrhein-Westfalen a Almanyayê, par ji bo berhevkirina belge û datayên derbarê komkujiya Kurdên Êzidî de lijneyek ava kir. Navenda Tawanên Şer di sala 1970an de hatiye damezrandin û girêdayî Ofîsa Tawanan a Polîsên Federal li Almanyayê ye.
Cîgirê Serokê Navebda Tawanên Şer Kllawas Sorn meha borî ji televîzyona Deutsche Welle re ragihand ku heta niha 100 jinên Kurdên Êzidî, bûna şahîdhal û derdora 100 jinan jî qebûl kirine, tevlî darizandina çekdarên DAIŞê bibin.
Kllawas Sorn got: “Ligel jinên Êzidî, pisporên me yên jin diaxivin. Pêvajo gelek dûr û dirêj dibe. Em destûrê didin ku ew ligel mirov û hevalên xwe bêne.”
Li gor nûçeya DWê ji ber ku Naveda Tawanên Şer pêwîst dibînin ku kesên mexdur bûne, bi hûrgilî behsa îşkence û destdirêjiyên li wan hatine birin bikin, lewma pêvajo dirêj dibe.
Şeza Selîm tevî çend caran tûşî destdirêjiya seksê bûye, ew gelek caran di şer de weke mertala zindî jî hatiye bikaranîn û wê şerê di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de bi çavên xwe dîtiye û li ber çavên gelek Kurdên Êzidî hatine kuştin.
Şeza ligel dayîk û xwîşka xwe bi saya Ofîsa Rizgarkirina Êzidyan a Herêma Kurdistanê hatiye rizgarkirin, lê çarenûsa du birayên wê heta niha jî nayê zanîn. Ew dibêje wê herî dawiyê birayên xwe li kampa perwerdeya leşkerî ya DAIŞê dîtiye.
Lêkolîna DNAyê
Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Êzidiyan Hûsên Koro daxwazê ji hikûmeta navendî ya Iraqê dike ku li kampên DAIŞê bila testa DNAyê bê kirin.
Hûsên Koro dibêje: “Em di wê baweriyê de ne ku di nav malbatên DAIŞiyan de Êzidî jî hene. Eger heye ku ew welatên biyanî dema malbatên DAIŞê werbigirin, di nav wan de zarokên Êzidî jî bêne şandin.
Piraniya dadger û parêzerên Navenda Tawanên Şer di ware tawanên komkujiyê de xwedî ezmûneke baş in. Lê ji yek parêzerên ji DWê re axiviye diyar kir dike ku komkujiya DAIŞê pêk aniye, ji yên din cudahiyên xwe hene û bi awayekî sistematîk destdirêjiya seksê kirine.
Parêzer dibêje di dema lêkolînan de hinek jin ji hişê xwe diçin û lewma ew neçar dibin ku lêkolînên xwe rawestînin. Herwiha sedemeke din jî a dirêzbûna pêvajoyê ziman û cudahiya kulturê ye.
Ji sala 2015an ve zêdeyî 85 hezar Kurdên Êzidî bo mafê penaberiyê serlêdana Almanyayê kirine. Nadya Murad jî ji yek wan kesan e ku ji aliyê Eyaleta Baden Wurttemberg a Almanyayê ve weke penaber hatiye wergirtin. Herwiha Eyaleta Baden Wurttemberg ji bilî Nadya Murad hezar kesên din jî wergirtiye û ji bo wan bernameyeke taybet amade kiriye.
Şeza Selîm ku ew jî ji gundê Nadya Murad e, di çarçoveya vê projeyê de wek şahidhal tevlî dozê dibe û ji jinên din ên Kurdê Êzidî daxwaze dike ku ew jî tevlî dozê bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse