PENa Kurd: Çarenivîsa rojnamevanê Kurdê Xorasanê Mistefa Xelîlî Rad nayê zanîn

21-09-2016
RÛDAW
Nîşan PENa Kurd Rojnamevan Mistefa Xelîlî Rad Kurdê Xorasanê Xorasan Bicnûrd Îran Itillaat
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Komîteya Parastina Mafê Nivîskarên di zindanê de ya Navenda PEN A KURD derbarê rewşa rojnamevanê Kurdê Xorasanê Mistefa Xelîlî Rad de, ku berî 3 hefteyan ji aliyê itilaata Îranê ve hatibû girtin, daxuyaniyek weşand û ragihand, ku ti agahiyan zelal li ser wê nînin û dilgiraniya xwe anî ziman.

 

Li gorî daxuyaniyê, zêdetir ji sê hefteyan bi ser girtina rojnamevanê Kurdê Xorasanê, Mistefa Xelîlî Rad (Kawe) re derbas bûye, ku li bajarê Bijnûrdê yê li bakurê Xorasanê ( Îran ) hatibû girtin, lê belê heta niha hêj ti agahiyên sererast ji rewşa wî nînin.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku endamên malbata wî rojnamevanî jî “ji ber gef û tirsa ji Itlaata Îranê ne bersiva telefonên xwe didin û ne jî ti zanyariyan didine saziyên mafê mirovan û ajansên ragihandinê. Kesî heya niha nekariye ji nêzîk ve wî bibîne.”

 

Komîteya Parastina Mafê Nivîskarên di Zîndanê de ya Navenda PEN A KURD di daxuyaniya xwe de wiha li ser rewşa rojnamevan û çalakvanê Kurd, Mistefa Xelîlî Rad dibêje:

 

“Li gor zaniyarîyên ku ji jêderên cihê baweriyê gehane me, M. Xelîlî Rad ji roja 31.08. 2016an heya niha di îdareya Êtlaata bajarê Bijnûrdê de desteser û di bin zext û şikenceyên fîzîkî-ruhî yên giran de ye. Ew li gor raportên ku li dijî wî hatine dayîn, pêre tevgerê dikin. Bi vê re ew çavkanî (ku ji ber sedemên emniyetî naxwazin navê wan eşkere bibe) texmîn dikin ku cezayê wî rojnamevan û çalkvanê karên çandî dibe ku zêdetir ji 6 heya 8 mehan zindan be.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de, “Komîteya Parastina Mafê Nivîskarên di Zîndanê de ya PEN A KURD bo cara duyê bang li rayedarên sîstema dadweriyê ya dewleta Îranê dike, ku demek ji dema din zûtir li ser rewşa rojnamevan Mistefa Xelîlî Rad agahiyên zelal bide û ew zû bê azadkirin.”

 

Herwiha di daxuyaniyê de daxwaza ji rêxistinên parastina mafê mirovan li Îran, Kurdistan û cîhanê hatiye kirin, ku li dijî bêhiqûqiyên dewleta Îranê û binpêkirina mafê kesên wiha hemû hewil û xebatên xwe bikin.

 

Komîteya Parastina Mafê Nivîskarên di Zîndanê de, roja 31ê Tebax a 2016 bi daxuyaniyekê agahiyên berfireh derbarê girtina rojnamevan Mistefa Xelîlî Rad de bo raya giştî belav kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst