Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê yek ji wan parêzgehan e ku bi tama xwarinên xwe navdar e û gelek cureyên kebab û xwarinên wan li seranserî bakurê Kurdistan û Tirkiyê belav bûne. Niha penîrê wê parêzgehê jî, bi navê “Penîrê Rihayê” hate tomarkirin.
Parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ku bi tama xwarinên xwe gelekî dewlemend e, penîrê wê bi navê “Penîrê Rihayê” hat tescîlkirin. Li Rihayê berê xwarinên wek kebaba bacanê, kebaba cîgerê, kebaba pîvazê, nanê deqdeqî, şîraniya şilikî, ecîn û lehmecûnê jî ji aliyê saziya patentê ve hatibûn tomarkirin.
Penîrê ku tama wê gelekî xweş e û zêdetir li çiyayên Qerejdaxê û Gêlî tê berhemanîn bi hewldanên Borseya Bazirganî ya Rihayê bi navê “Penîrê Rihayê” hat tescîlkirin. Berhemhêner û bazirganên penîr li hember biryara tescîlkirina penîre Rihayê kêfxweşiya xwe tînin ziman.
Berhemhênerê penîr Ahmed Oldurur dibêje: “Tomarkirina penîre me hem ji aliyê darayî û hem ji aliyê menewî ve dê bandoreke erênî bike. Em şanaziyê pê dikin û navdarbûna penîrê me bo me serbilindî ye. Em ji Rihayê bo 81 bajaran penîr hinarde dikin. Penîrê herî baş em çêdikin.”
Riha di çêkirina şîraniyên ku bi penîr tên çêkirin wek kunefe û helawê jî bajarekî serekî ye. Penîrê Rihayê ji bilî taştê ku bi bîberên Rihayê re tê xwarin di çêkirina kunefe û şîraniya helawê de jî tê bikaranîn. Geştyarên ku serdana Rihayê dikin ji bilî cihên dîrokî yên bajêr eleqeyeke mezin nîşanî kebaba cîger, kebaba bacan û kunefeya wê didin.
Hostayê kunefeyê Murat Ateş jî got: “Penîrê me yê Rihayê hat tescîlkirin. Em jî ji mevanê xwe re pêşniyar dikin kunefeyê bi penîr û rûnê xwemalî bixwin. Kunefe şîraniyeke serekî ya zivistanê ye. Wek hûn dibînîn her tiştê me xwemalî ye û tama xwarinên me tê ecibandin. ”
Riha li Bakurê Kurdistanê navendeke herî girîng ya peze û bi sembola “Sifreya Îbrahîm Xelîl û Bereketê” navdar e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse