CPT: Me Civaka Navdewletî ji topbarana Perexê agahdar kir

21-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêkxistina Aştiya Cîhanî ya Amerîkî ragihand, ji destpêka şerê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê ve hejmara herî zêde ya kesên sivîl ku di bombebaranan de bûne qurbanî, li seyrangeha gundê Perexê li Zaxoyê bûye ku 9 kesan canê xwe ji dest dane û tekez dike, Me derbarê bûyerê de raporta xwe ji bo hemû navendên cîhanî şandiye.

Endamê Tîma Kurdistana Iraqê di rêkxistina CPT a Amerîkî de Kameran Osman derbarê topbarana ser gundê Perexê yê ser bi nahyeya Derkar a Zaxoyê ragihand, ji dema ku Tirkiyê bordûmana cihên niştecîbûnê destpê kiriye, zêdetirîn kesên sivîl di topbarana gundê Perexê yê Zaxoyê de bûne qurbanî.

Karwan Osman herwiha got, “Bi qurbaniyên topbarana gundê Perexê re hejmara kesên sivîl ku heya niha ji ber şerê Tirkiyê û PKKê li Herêma Kurdistanê bûne qurbanî gihişte 138 kesan ku 129 kes xelkê Herêma Kurdistanê ne, herwiha 204 kes jî birîndar bûne ku 195 kes ji wan xelkê Herêma Kurdistanê ne.”

Wî endamê rêxistina CPT herwiha destnîşan kir, Di sala 2020 de û di çarçoveya operasyonên Çengê Baz û Çengê Piling de, Tirkiyê du bingehên leşkerî li ser çiyayên Xakîr û Koxê yên sînorê gundê Perexê danîn û ev êrîş û bordûmana roja Çarşembê kir, ji bingeha li ser çiyayê Xakîrê ve bûye.

Artêşa Tirkiyê duh Çarşembê 20ê Tîrmeha 2022an cihekî geştyarî li gundê Perex ê ser bi rêveberiya serbixwe ya Zaxoyê li parêzgeha Duhokê topbaran kir ku li gor daxuyaniyên fermî yên rayedaran, di encama topbaranê de 9 kes hatin kuştin û zêdeyî 30 kesan jî birîndar bûn.

Roja 15ê vê mehê jî Tirkiyê gundê Perexê topbaran kiribû û di encamê de bavek û kurê wî bi navên Omer Nacî û Mihemed Omer Nacî birîndar bûbûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên Herêma Kurdistanê topbarana wê cihê sivîl bi tundî protesto kirine. Herwiha hikûmeta Iraqê jî bi tundî topbarana cihekî geştyarî li qeza Zaxoyê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir.

Li ser fermana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, şandeke Iraqê bi serokatiya Wezîrê Derve Fuad Husên û hin berpirsên leşkerî û emnî duh serdana cihê bûyerê kir. Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên piştî serdana cihê bûyerê di daxuyaniyekê de ragihand, ku êrîş ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin.

Topbarana wî cihê geştyarî li Iraqê bû sedema nerazîbûnên berfireh û li gelek bajarên Iraqê li dijî Tirkiyê xwepêşandan hatin kirin.

Ew yek di demekê de ye ku Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de înkar kir ku êrîş ji aliyê artêşa wî welatî ve hatibe kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst