Heciyên Rojavayê Kurdistanê ji Hewlêrê diçin Mekkeyê

21-07-2019
RÛDAW
Şerê Sûriyê bandora xwe li ser çûna Hecê kiriye
Şerê Sûriyê bandora xwe li ser çûna Hecê kiriye
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Herêma Kurdistanê Hecî Mekke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal, yekem car e, hejmarek ji heciyên Rojavayê Kurdistanê dê bi rêya Başûrê Kurdistanê herin hecê. Salên berê haciyên Rojavayê Kurdistanê bi rêya Şamê diçûne hecê.

 

Bi sedema rewşa Sûriyê û nakokiyên hikûmeta wî welatî ligel Erebistana Siûdiyê, nema rê tê dan ku hacî ji Şamê herin hecê.

 

Li gorî zanyariyên ku Kordînatorê Birêxistina Heciyan Mela Yûsif ji Rûdawê re ragihandine 60 kes ji xelkê Rojavayê Kurdistanê, ku li Başûrê Kurdistanê dimînin mohleta ziyareta hecê wegirtiye.

 

Herwiha li gor zaniyariyên Mela Yûsif dane 55 kes ji Rojavayê Kurdistanê, dê bi rêya Deriyê Sêmalka bêne Başûrê Kurdistanê û ji Hewlêrê ber bi Siûdiyê ve herin.

 

Ew 55 kes bi mohleta Rêveberiya Xweser ketine ser rêya hecê û wê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.

 

Ji dema ku şerê navxwe yê Sûriyê dest pê kiriye, rê nema tê dan ku haciyên Sûrî bi rêya Şamê herin hecê. Hinek caran, bi rêya Ofîsa Hecê ya ser bi Îtîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê li Stanbolê, rê ji bo hejmareke hecî dihate dan.

 

Ji aliyê Îtîlafa Opozisyonê ve jî, Komîteya Bilind a Hecê bi karûbarên girêdayî vê mijarê radibe.

 

Ji bo vê mebestê, dê komîteyê ragihandibû ku behra Sûriyê ji bo îsal 22 hezar û 500 heciyên Sûrî ye.

 

Li gorî ragihandina heman komîteyê, yekem karwanê heciyan bi rêya wê komîteyê, roja 24ê Tîrmeha 2019an digihêje hecê.

 

Nakokiyên siyasî di navbera hikûmeta Sûriyê û Siûdiyê de, bandor li ser rewşa serdana haciyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kiriye, bi awayekî ku beşek ji heciyan bi rêya Herêma Kurdistanê diçine hecê û piştî bidawîkirina hecê, wê careke din ji Siûdiyê vegerin Herêma Kurdistanê û ji wê derê wê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst