Li Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê teqîn

21-06-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Rojava Rimêlan Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê, teqînek çêbû û li gor agahiyan, gelek ambulans û tîmên berevaniya sivîl ber bi cihê teqînê ve ketine rê.

Peyamnêrê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ragihand, depoyeke çek û teqemeniyan li Rimêlanê teqiyaye.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, gelek ambulans û otomobîlên agirvemirandinê berê xwe dane cihê teqînê.

Hêzên ewlehiyê jî ber bi cihê teqînê ve diçin.

Li gor agahiyan, depoya çek û teqemeniyan ku teqîn têde çêbûye, ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûye.

Hêj zirarên teqînê û sedema teqînê nehatine zanîn.

Ji ber teqînê hatinûçûna di navbera Rimêlan û Girkê Legê de hatiye qutkirin.

Her îro li nêzîkî bajarokê Ebdanê, li ser rêya di navbera bajarên Hesekê û Dêre Zorê yên Rojavayê Kurdistanê, di demjimêr 11:15an de, mînek bi tankereke sotemeniyê ve teqiya û di encamê de ajokar bi giranî birîndar bû.

Li gor zanyariyên xwecihî, nasnameya ajokarê tankerê yê birîndar Hesen Qerot e û ew ji gundê Xeresê yê ser bi bajarokê Şedadê ve ye.

Bajarokê Ebdan yê ku teqîn li nêzî wî pêkhatiye jî, 50 km dûrî bajarokê Şedadê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst