HSD: Me di 4 operasyonan de 8 endamên DAIŞê girtin

21-05-2023
RÛDAW
Nîşan HSD DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, wan di rojên borî de û bi 4 operasyonan şaneyên veşartî yên DAIŞê kirine armanc, di encamê de 8 endamên DAIŞê tevî çek û belgeyan wan girtine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêje, li gundê Belqîs ê li navçeya Til Hemîsê hêzên wan 2 endamên DAIŞê girtine û li bajarokê Teyyane li rojhilatê Dêre Zorê endamekî DAIŞê girtine û li Minbicê 3 endamên DAIŞê girtine di nav wan de jineke heye, herwiha li gundê Tuwêmîn li navçeya Şeddadê li başûrê Heseke 2 endamên DAIŞê girtine.

Roja 19ê vê mehê jî, Asayîşa Rêveberiya Xweser ragihandibû, wan du serkirdeyên DAIŞê li rojhilatê Dêre Zorê girtine.

Her wiha roja 13ê Gulanê jî, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandibû, wan li Reqayê bi rêya du operasyonan 4 endamên DAIŞê girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst