Erebê Şemo ji bo edebiyat û romana Kurdî kedeke mezin da

21-05-2021
Besam Mistefa
Îro salvegera koça dawî ya nivîskarê Kurd Erebê Şemo ye
Îro salvegera koça dawî ya nivîskarê Kurd Erebê Şemo ye
Nîşan Erebê Şemo Şivanê Kurmanca Nivîskarê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşenbîr û nivîskarê Kurd Erebê Şemo di roja 21ê gulana 1978an de koça dawî kir. Şemo yek ji kesayetên rewşenbîrî yên herî naskirî di nav Kurdên Ermenistan û Sovyeta Berê de bû. Erebê Şemo di warê edebiyat û romana Kurdî de kedeke pir mezin da.

Erebê Şemo di 23ê cotmeha sala 1897an de, li gundê Sûsizê ku gundekî Kurdên Êzdî ye li navçeya Qersê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bû.

Şemo zaroktiyeke dijwar derbas kir lê her li ber xwe da û xwe bi pêş xist. Wî li kêleka Kurdî bi gelek zimanên din jî zanîbû wek Rûsî, Ermenî û Tirkî, Yunanî, Almanî û hin zimanên din. Ereb bi keda xwe ya salan edebiyata kurdî dewlemend kir. Xasma keda wî di danîna alfabeya Kurdî ya Latînî û rojnameya Rêya Taze de berçav bû.

Şemo yekem romana Kurdî bi navê "Şivanê Kurmanca" ku wek "Şivanê Kurd" jî tê naskirin, di sala 1935an de nivîsand û belav kir. Şemo di vê berhema xwe de xwe dispêre realîzma hevpar û bi zimanekî herikbar behsa serpêhatiyên biçûkanî û xortaniya xwe û jiyana koçerên Kurd li Qafqasyayê dike.

Li Yekîtiya Sovyetê ya Berê û Ermenistanê, Erebê berhemdar di qada wêje û çanda kurdî de xwedî nav û kedeke mezin bû. Şemo gelek berhem li pey xwe hiştin wek: Jiyana Bextewar, Hîkayetên Gelê Kurd,  Dimdim, Hopo,  Berbang, Kurdên Elegezê û Koçeke Derewîn a Aleksander Araratyan ji Ermenî wergerand Kurdî û gelek berhemên din.

Rewşenbîr û nivîskarê Kurd Erebê Şemo di 81 saliya xwe de, roja 21ê Gulana 1978an ji dinyaya me bar kir û li Yerîvana paytexta Ermenistanê bi axa sar hat spartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst