Cîgirê Parêzgarê Loristan: Korona di asteke metirsîdar de ye

21-05-2020
RÛDAW
Nîşan Loristan Rojhilatê Kurdistanê Coronavirus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Parêzgarê Loristan Mehmûd Semînî ragihand ku rewşa Koronayê li vê parêzgehê di asteke metirsîdar de ye û rewşa pênc bajarên vê parêzgehê ji wan Xurmawa ya navenda parêzgehê rûbirûyê krîzê bûye.

Cîgirê Parêzgarê Loristan Mehmûd Semînî da zanîn ku di civîna dawî ya Navenda Kontrola Koronayê ya Bajêr de hatina geştyar ji parêzgeheke din bo vê parêzgehê hatiye qedexekirin û herwiha li wan bajaran ku rewşa wan xirabtir bûye park û seyrangeh dîsan hatine girtin. Herwiha li cihên din ên giştî jî nabe xelk li hev kom bibin.

Mehmûd Semînî got: “Goristanên vê parêzgehê jî tên girtin, birêvebirina şîniyan qedexe ye û jib o xelk li hev kom nebin danîna tabloyên agahdariyê yên mirinê li cihên giştî qedexe ye û şahî jî hatine qedexekirin.”

Semînî dibêje, li fermangehan jî yên serdana wan dikin divê mask û lepikan bikar bînin.

Li gor amarên dawî li parêzgeha Loristan 3 hezar û 229 kes bi Koronayê ketine û 149 kesan jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst