Otomobîlek ket Çemê Mûnzûrê: 3 kes winda ne

21-04-2023
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Qeza Çemê Mûnzûrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek ket Çemê Mûnzûrê û 3 ciwanên tê de winda ne.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand îro roja Înê 21ê Nîsana 2023an li ser rêya sereke ya Pulur-Dêrsimê ji dû otomobîlên ku biryar bûn bo cejnê serdana Amedê bikin, ji rê derket û ket nav Çemê Mûnzûrê.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê di wê otomobîla ku ketiye nav çem de 3 ciwanên bi navên Azat Demîral (21), Baran Aslan (22) û Mehmet Can Demîral (22)  hebûn bûn û hersê jî piştî bûyerê di nav çem de winda bûne.

Kesên di otomobîla din de aliyên peywendîdar û malbatên wan hersê ciwanan agahdarkirin.

Li ser agahdarkirinê hejmareke zêde ya tîmên girêdayî Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) û cendermeyan çûn cihê bûyerê û ji bo dîtina wan ciwanan di nav çem de dest bi xebatan kirin.

Peymanêrê Rûdawê got ku heta niha ti şopek ji wan hersê ciwanan nehatiye dîtin û tîmên rizgarkirinê ji ber gûrbûna ava Çemê Mûnzûrê ku bi baranên di rojên dawî de zêde bûye di karûxebatên lêgerînê de rûbirûyî zehmetiyan dibin.

Yek ji welatiyên bi navê Ahmet Kiliç ê ku li cihê bûyerê bû ji Rûdawê re axiviye û dibêje, “Li ser rêya Pulurê dema 2 otomobîl bo serdana cejnê dihatin me bihîst ku yek ji wan otomobîlan ji vê derê ketiye xwarê û kesên tê de Amedî ne. Bûyereke xemgînker e. Înşallah bi sax û silametî derkevin, lê zehmet xuya dike. Otomobîl li xwarê ye dê qasek din derxin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst