Baroya Rihayê: Hebûna gelekî çi ye ziman jî ew e

21-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Rihayê rihayê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî peyamek belav kir û di peya xwe de dibêje: “Hebûna gelekî çi ye ziman jî ew e.”

Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî pîroz kir û bi wê boneyê peyamek arasteyê gelê Kurd kir.

Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê di peyama xwe de daxwaza ji gelê Kurd ike ku li zimanê xwe xwedî derkeve û heta Kurd li zimanê xwe xwedî dernekevin tu kes li zimanê Kurdan xwedî dernakeve.

Daxuyaniya Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê wiha ye:

“Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ye.Madem ku iro mijar ziman e û vê zimanî jî xwedê daye me di destpêkê de em ê jî wek Seydayê Xanî bibêjin:

Hemd û sena û şukranî

Ji bo xaliqê rehmanî

Ku fesahet û beyan daye lisanî

Lisan jî daye me insanî.

Wekî tê zanîn, Bangladeş ji 1947an heta 1971an ji aliyê Pakistanê ve hat birêvebirin. Ji ber vê yekê, hingî bi tenê Ûrdû wek zimanê fermî dihat qebûlkirin, zimanê Bangladeşiyan hatibû qedexekirin. Ev yek ji aliye Bangladeşiyan ve nehat qebûlkirin û li dijî vê yekê di 21ê Sibata 1952an da xwendekaran xwepêşandanek saz kir ku vê rewşê protesto bikin. Polîsê Pakistanê êrîşî wan kir û 4-5 kes ji wan hatin kuştin. Ji wê rojê û bi vir da ev xwendekarên zanîngehê wek ‘Şehîdên Zimanê Dayikê’ tên naskirin û Bangladeşî 21ê Sibatê wek ‘Roja Şehîdên Zimên’ pîroz dikin. UNESCO jî di sala 1999an ev roj wekî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê qebûl kir.

Ji vê rojê şûn da ev roj li temamê cîhanê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî tê pîrozkirin. Mirovên ku zimanê wan hatiye qedexekirin, di vê rojê da dengê xwe radikin û doza zimanê xwe dikin. Di vê rojê de tê xwestin ku astengî û qedexeyên li ser zimananê wan rabin.

Banga me ya ewil îro ji gelê me re ye. Em jî iro bang li gelê xwe dikin ku bila li zimanê xwe xwedi derkevin.Heta em li zimanê xwe xwedî dernekevin tu kes li zimanê  me xwedî dernakeve. Bab Tahirê Uryan di dubeytiyek xwe de dibêje:

Eger dil dilber be, dilber kî ye

Eger dilber dil be, navê dil çi ye

Ez dil û dilber tevlihev dibînim

Nizanim ku dil kî ye dilber kî ye.

Em jî îro wek Komîsyona Ziman a Baroya Rihayê dibejin ku hebûna gelekî çi ye ziman ji ewe.Em ne dizanin ziman çi ye ne jî dizanin hebûna gel çiye bi ya me her du tevlihev in.Hebuna geleki bi girêdayî hebûna ziman e ber vê yekê di vê roja taybet de em bang li hemû Kurdan dikin ku li zimane xwe xwedi derkevin da ku zimanê me nekeve rewşeke hin xerabtir.

Her wiha em bang li rayedarên dewletê jî dikin ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin, hemû astengîyên li ber zimanê me rakin, mafê perwerdehîya bi zimanê dayikê bipejirînin.

Em hêvî dikin ku di çarçova hiqûq û wekheviyê de zimanê Kurdî jî bigihije mafên xwe yên bingehîn û ji îro pêve pirsgirêkên li pêş ziman wê ji holê rabe.

Wekî encam em dibêjin  hebûna zimanê me hebûna me ye, qebûlkirina zimanê me qebûlkirina me ye.

Bi van bîr û baweriyan em Roja Zimanê Dayikê li hemû zimanhezan pîroz dikin."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst